Balefirên şer li ser sînorê Başûrê Kurdistanê difirin

Balefirên şer li ser sînorê Başûrê Kurdistanê difirin

Balefirên şer yên artêşa Tirk li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîn yên di bin kontrola gêrîlayên de difirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, li ser dora demjimêra herêmî 11.30’an balefirên şer yên artêşa Tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna hatin dîtin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, dengê teqînan jî tê, lê nehat hînbûn ku, li herêmên din jî balefir digerin yan na. Li herêmên di bin kontrola gêrîlayên HPG’ê de bi sedan gund hene.