Gelek balafirên şer li ser hev ji balafirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn. Balafirên ku li ser hev ji Amedê rabûn nehat zanîn ku bi kijan herêmêde çûn. Hefteyeke bê navber bombeyên şer ên F-16 diçin herêmê bombe dikin
Herî dawî, Artêşa Tirk di êvara 6’ê Îlonê saet di 23.30 de herêma Qendîlê gundê Duwêlê bombebaran kirin. Artêşa Tirk careke din herêmên sivîl ên ku di 24’ê tebaxê de kiribû hedef xist. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de xaniyek a kesê bi navê Ferman Xidir ê ku berê jî 7000 mirîşkên wî telef bibûn xist û di encamê de xanî bi temamî hilweşiya. Her wiha du kes bi sivikahî birîndar bûn.