Balefirên şer ên Tirk Xakûrkê û Xinêre bombebaran kirin

Balefirên şer ên Tirk Xakûrkê û Xinêre bombebaran kirin

Balefirên şer ên artêşa Tirk herêmên Xakurk û Xinêre yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku balefirên şer ên artêşa Tirk, şevê din saet di 00.00 de dest bi bombebarankirina herêmên Xakurk û Xinêre yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Hate diyarkirin ku li cihên hatine bombebarankirin gelek zozan û gund hene. Der barê rewşa sivîlan de tu agahî nehatine dayîn.

Îro jî saet di 08.05 de gelek balefirên şer ji balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn.