Balafirên şer yên tirk gelek gundên herêma Xinêre û Xakurkê ya ku di bin kontrola gerîlayan de ne bombebaran dike. hate hînbûn ku wendahiya can tune lê gelek sewal telef bûne, bax û baxçeyan zirar dîtin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin du êvarê saet heta 02.00’an balafên şer yên tirk Xinêre û Xakûrkê bombebaran kir. Hate hînbûn ku di êrîşê de wendahiya can tune û gelek sewalên gundiyan bû telef bûne. Her wiha hat diyarkirin ku bax, baxçe û mêrgan xesareke mezin dîtiye. Ji ber êrîşê gundiyên herêmê diyar kirin ku ew bi fikar in.
Artêşa tirk bi hicneta ku kampên PKK’ê bombebaran bike, êrîşên xwe yê li hemberî Başûrê Kurdistanê zêde kir. Bi taybetî ji sala 2007’an het aniha her roj topebaran tê kirin û bi sedan êrîşên hewayî pêk hatin. Di êrîşan de herî zêde gundî mexdur bûn û bandorek neyînî li ser wan kir. gelek sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan.
Di 5’ê îlonê de roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.
Di 24’ê tebaxê de jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.
Di 7’ê tebaxa 2011’an de li gudnê Kortek a Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.
Qadên di bin kontrola PKK’ê de yên Başûrê Kurdisatnê bi sedan kîlometre ye. Ji 8 herêman pêk tê: Qandîl, Metîna, Zap, Xakûrkê, Xinêrê, Heftenîn, Garê û Zagros. PKK’ê diyar kiribû ku li herêmê kampên sabît tune û mîlîtanên wan di nava sînor de ne.