Asya Ebdullah: Rojavayê Kurdistanê dawî li bermayên rejîmê tîne

Asya Ebdullah: Rojavayê Kurdistanê dawî li bermayên rejîmê tîne

Tevgera Civaka Demokratîk, li bajarê Efrînê der barê pêşxistina rêbazên parastinê li hemberî hewldanên êrîşkar de, civînek lidar xist. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD jî li navçeyên Efrînê civînên derbarê girîngiya parastina yekîtiya Rojava û xwedîderketina li Desteya Bilind de civînên gel birêve dibe. Hevseroka PYD Asya Ebdulla got: “Gelê me li her devera Rojavayê Kurdistanê bi pêşxistina meclîsên herêmê, rêveberiya xwe ya xweser ava dike û dawî li bermahiyên rêjîma Baas tîne.”

Li bajarê Efrînê piştî ku gel Kurd dest danî ser rêveberiya xwe ya herêmî û hemû saziyên xwe birêxistin dike, hin derdor hewl didin aramiya li vî bajarê têk bibin. Roja Yekşemê 26′ê Tebaxê li bajarê Efrînê pevçûnek rû da û hin kesan xwest ku vê pevçûnê veguherînin şerê di navbera Kurdan de.

Di encama destwerdana hêzên asayîşê, rê li ber encamên xirab hat girtin. Derbarê mijarê de Tevgera Civaka Demokratîk civînek li dar xist. Rêveberê TEV-DEM’ê Bedran Çiyakurd di civînê de anî ziman ku derdorên xwe li destketiyên bajarê Efrînê ranagirin, hewl didin aramiya Efrînê têk bibin û weha dewam kir: “Hin hêzên herêmî bi zanebûn dixwazin li Efrînê rewşê aloz bikin. Lê ev bajerê ku ji bo azadiyê gelek berdêl dane, vê gavê xwe birêve dibe û nirxên xwe diparêze. Divê ev derdor baş bizanin ku xelkê Efrînê wê rê nede lîstokên wan û li vîna xwe xwedî derkeve.”

Li gundê Senare yê girêdayî navçeya Efrînê Şiyê jî, Partiya Yekîtiya Demokratîk civîna gel lidar xist. Hevseroka PYD Asya Ebdulla di civînê derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de axaftinek kir û weha got: “Gelê me li her devera Rojavayê Kurdistanê bi pêşxistina meclîsên herêmê, rêveberiya xwe ya xweser ava dike û dawî li bermahiyên rêjîma Baas tîne.”

Li navçeya Cinderesê jî, meclîsa gundê Kora hat damezrandin. Di civînê de, endamê meclîsa gel Mihemed Abdureham anî ziman ku ji her demê zêdetir pêwîstiya gundan bi rêveberiya xweser heye. Alîkarê serokê meclîsa gel a Cendiresê Abdo Mûrad jî got, bi avakirina meclîsên gundan wê pirsgirêkên civakî werin çareserkirin.