Operasyonên ku li Çiyayê Kato-Marînos yê di sînorê navçeya Elkê de dom dikin, pevçûnên ku duh şev destpê kirin hêjan didomin. Leşkerên ku nekarîn bikevin Çiyayê Kato jî li Zozanê Laleşînê rawestiyane.
Di çarçoveya operasyonên ku li Çiyayê Kato-Marînos û Zozanên Laleş yên navçeya Elka Şirnexê destpê kirîn û duh şev pevçûnên di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkeran rû dayîn de didomin. Balefirên şer û helîkopterên ku Çiyayê Kato bombebaran dikin, leşker ji bejahiyê ve nikarin bikevin Kato.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, operasyona ku ji bejahiyê hatiye destpêkirin li Zozanên Laleş rawestiyane û ji vir bi hawana Kato didin ber bombeyan. Li gel bombebarana teqînên tund yên rû didin, li gundên nêz û navenda navçeya Elkê bihêsanî tên bihîstin.