Artêşa Tirk nikare bikeve Gomanê, dixwaze cerdevanan bişîne

Artêşa Tirk nikare bikeve Gomanê, dixwaze cerdevanan bişîne

Ji 23’yê tîrmehê ve kontrola gerîlayên HPG’ê ya li ser derdora navçeya Şemizînanê berdewam dike. Artêşa Tirk a ku nikare bikeve girê Goman ê ku li raserê Şemizînanê ye, zextê li cerdevanên gundê Katonayê yê ku 16-17 km ji Gomanê dûr e dike ku bikevin girê Gomanê. Cerdevanan ragihand ku ew vê yekê qebûl nakin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, artêşa Tirk a ku bi hefteyane ji bejahî ve nikare derbikeve derveyê Şemizînanê, niha jî dixwaze cerdevanan bike mertal û wana bişîne herêmên di bin kontrola gerîlayan de. Hat ragihandin ku artêşa Tirk zextê li cerdevanên gundê Katonayê dikin ku bikevin girê Gomanê yê ku di bin kontrola gerîlayan de ye.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku cerdevanên gundê Katonayê vê hewldanên artêşa Tirk red dikin û da zanîn ku ew vê yekê qebûl nakin. Cerdevanan dan zanîn ku artêş dixwaze wana bişînin deverên ku artêş nikare bi xwe bikeve û diyar kirin ku ew tenê “parêzvanên gundê xwe ne”. Cerdevanan dan zanîn ku artêşa Tirk zextan li wan dikin.

Ji aliyeke din ve, çavkaniyên herêmî der barê operasyonên bi rojan e li Çiyayê Kato Marînosê tên meşandin de jî dan diyarkirin ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gelek wendahî dane û neçar maye paş ve vebikişe, lê li hin cihan bi awayê kemîn operasyonê berdewam dikin.