Artêşa Tirk dîsa li sivîlan bombe baran kir

Artêşa Tirk dîsa li sivîlan bombe baran kir

Artêşa Tirk weke her carê, careke din li herêmên sivîl ên li Qendîlê xist. Di encamê de du kes birîndar bûn û careke din çewlika mirîşkan û pezê gundiyan bû hedef. Di encamê de gelek pez û mirîşk telef bûn.

Artêşa Tirk di êvara 6’ê Îlonê saet di 23.30 de herêma Qendîlê gundê Duwêlê bombebaran kirin. Artêşa Tirk careke din herêmên sivîl ên ku di 24’ê tebaxê de kiribû hedef xist. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de xaniyek a kesê bi navê Ferman Xidir ê ku berê jî 7000 mirîşkên wî telef bibûn xist û di encamê de xanî bi temamî hilweşiya.

DU KES BIRÎNDAR BÛN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama bombebaranê de du kesên ku navê wan nehat zanîn bi sivikahî birîndar bûn. Hate zanîn yek ji wan a jin û yê din jî zilam e. Her wiha di encama bombebaranê de gelek bax û bostanên gundiyan wêran bû.

Di encama bobmebaranê de artêşa Tirk careke din çewlika mirîşkan a ku di 24’ê Tebaxê de kiribû hedef û di encamê de 7000 mirîşk telef bibûn xist. Di encamê de gelek mirîşk û pezên gundiyan telef bûn.

Herî dawî di 24’ê tebaxê de, balefirên şer ên artêşa Tirk şevê din saet di 01.30 gundên Qendîlê bombebaran kirin. Di encamê de 2 kes birîndar bûn û çewlika mirîşkan a gundê Silê bi temamî hate hilweşandin û bi hezaran mirîşkên tê de telef bûn.

Di encama bombebaranê de xwediyê çewlika mirîşkan ê bi navê Salih Mihemed ê ji gundê Silê û di encama bombebaran li hemberî gundê Sûredê de jî kesê bi navê Elî Bapîr bi sivikahî birîndar bûn. Hat ragihandind ku di encama bombebaranê de tevî xanî, bax û baxçeyên gundiyan, gelek wesayît ziyan dîtin û pezên gundiyan jî telef bûn.

Artêşa Tirk herî dawî di 15’ê Tebaxê de bi balefirên şer saet di 23.20 de herêma Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de herêmên jora gundê Bukrîska hat bombebarankirin.

Artêşa Tirk di her carekê de herêmên sivîl dike hedef. Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirkan a 21’ê Tebaxê de jî li gundê Korteka bi ser herêma Qendîlê ya li Başurê Kurdistanê 4 jê zarok, yek jê dayîka ducanî 7 sivîlê Kurd bi awayekî hovane hatin kuştin.

Herî dawî, di meha çileyê de di encama teqîna bombeyek mîsket de kesek jiyana xwe ji dest dabû., Sê kesên bi ser malbata Geliyê Pisaxa ya êla Sindî dema vedigeriya nava erdên xwe yên Dola Marsîsê, dîtin ku erdên wan ji aliyê balefirên şer ve tê bombekirin.

Ji şêniyên gund, şêniyê bi navê Hecî Hisên Ehmed ê 80 salî di encama teqîna bombeya xarî (mîsket) de jiyana xwe ji dest da. Weke tê zanîn artêşa rejîma Tirk bi taybetî ji 17’ê Tebaxa borî û vir ve hema bigire her roj bi ser sedan gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bombeyan dibarînin.