Artêşa Tirk dîsa gundên Qendîlê bombebaran kir

Artêşa Tirk dîsa gundên Qendîlê bombebaran kir

Duh bi şev di demjimêr 01:30’an de 6 balafirên artêşa Tirk li Qendîlê carek din cîhûwarên sîvîl kirin hedef. Balafiran bi qasî nîv saetê li gundê Silê xistin. Di encamê de gundiyek birîndar bû.

Di encama êrîşê de çewlika mirîşkan a gundê Silê bi temamî hate hilweşandin û bi sedan mirîşkên tê de telef bûn. Her ji ber bombebaranê li gel mal û avahiyan bax û zeviyê xelkê gundê Silê jî zirarek mezin dît. Hat ragihandin ku gundiyê bi navê Salih Mihemed bi sivikayî birîndar bû.

Artêşa Tirk herî dawî di 15’ê Tebaxê de bi balefirên şer saet di 23.20 de herêma Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de herêmên jora gundê Bukrîska hat bombebarankirin.

Artêşa Tirk di her carekê de herêmên sivîl dike hedef. Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirkan a 21’ê Tebaxê de jî li gundê Korteka bi ser herêma Qendîlê ya li Başurê Kurdistanê 4 jê zarok, yek jê dayîka ducanî 7 sivîlê Kurd bi awayekî hovane hatin kuştin.

Herî dawî, di meha çileyê de di encama teqîna bombeyek mîsket de kesek jiyana xwe ji dest dabû., Sê kesên bi ser malbata Geliyê Pisaxa ya êla Sindî dema vedigeriya nava erdên xwe yên Dola Marsîsê, dîtin ku erdên wan ji aliyê balefirên şer ve tê bombekirin.

Ji şêniyên gund, şêniyê bi navê Hecî Hisên Ehmed ê 80 salî di encama teqîna bombeya xarî (mîsket) de jiyana xwe ji dest da. Weke tê zanîn artêşa rejîma Tirk bi taybetî ji 17’ê Tebaxa borî û vir ve hema bigire her roj bi ser sedan gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bombeyan dibarînin.