Li navçeya Hozatê ya Dêrsimê piştî leşkeran herêma daristanî da ber bombeyan, li gundê Pakîre ya Hozatê li qada daristanî şewat derket.
Leşkerên Qereqola Pakîre ya Hozata Dêrsimê, şevê din herêma daristanî da ber bombeyan. Di bombebaranê de li daristana gundê Pakîreyê şewat derket. Hate zanîn ku, guleyên balafirşikênan hatin bikar anîn û ji ber gulebaranê daristanên mezraya Gome Sûrî gurê Nergiz Baba tev şewitîn. Şewata ku şevê din li Gome Sûrî derket, ji aliyê welatiyan ve hate vemirandin. Şewata girê Nergiz Baba hêj berdewam dike. Leşker jî mudaxeleyî şewatê nakin.
Welatiyên herêmê diyar kirin ku, di demên dawî de gelek daristan bi bombebarandina leşkeran şewitîn