Hate ragihandin ku artêşa Suriyeyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li tax û gundên ku kurd û ereb lê dimînin, welatiyan bi darê zorê dibe leşkeriyê. Tê gotin ku kesên naxwazin biçin jî tên tehdîtkirin. Her wiha,leşkerên Kurd ên ku beriya krîza li Sûriyeyê ya ku di adara 2011 de dest pê kir, çûne leşkeriyê, her çendî leşkeriya wan diqedin, naşînin malê.
Di demeke ku li Suriyeyê şer û pevçûn didomin de, hêzên rejîmê welatiyan bi zorê dibe leşkeriyê. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, artêşa Suriyeyê li Rojavayê Kurdistanê ev 3 roj e welatiyan bi darê zorê dibe leşkeriyê. Hate ragihandin ku li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û gundên girêdayî van bajaran hêzên artêşê bi taybetî li taxên ku kurd û ereb lê dijîn welatiyan digire.
DI BIN NAVÊ SEFERBERIYÊ DE DIBIN
Tê gotin ku hêzên artêşê welatiyên di navbera salên 1977 û 1989’an de hatine dinê, di bin navê “seferberiyê” de, yên di navbera salên 1989-93’yan de hatine dinê jî bi hinceta ku dema wan a leşkeriyê hatiye, bi darê zorê dibe.
Hate ragihandin ku leşker di çarçoveya pêkanînê de rêyên bajar û gundan digirin, nasnameyan kontrol dikin û welatiyan dibin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku tenê li taxa El Telaa ya bajarê Hesekê heta niha 45 welatiyên Kurd hatine girtin.
XWENDEKAR JI ZANÎNGEHÊ DIKIN Û GEF LI WAN DIXWIN
Hate zanîn ku leşker xwendekarên zanîngehê jî piştî belgeyên wan ên taloqkirin ji xwendinê diqetînin dibin leşkeriyê. Her wiha memurên dewletê yên di navbera van salan de hatine dinê jî ji bo leşkeriyê tên girtin. Hate destnîşankirin ku kesên naxwazin biçin leşkeriyê jî bi gotinên wekî, “Ger ku hûn neyên em ê xizmên we rehîn bigirin” têne tehdîtkirin.
GELEK LEŞKERÊN KURD TÊN KUŞTIN
Di encama şer û pevçûnên dijwar ên di navbera artêşa Sûriye û Artêşa Sûriyeyê ya Azad de heta niha gelek ciwanên Kurd ên ji neçarî di nava artêşê de ne, hatin kuştin. Herî dawî leşkerê Îbrahîm Şêx Omer gava xwest ji artêşa rejîma Esad vebiqete, tevî çend hevalên xwe bi destê leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin. Hate zanîn ku dê cenazeyê Îbrahîm ê ji Serê Kaniyê, îro li Serê Kaniyê bispêrin axê.
Herî dawî li Reqa û Helebê du leşkerên Kurd hatin kuştin û leşkerek jî beriya niha dîl ketibû destê Artêşa Sûriyeyê ya Azad. Heta niha gelek leşkerên Kurd bi awayeke bi guman hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerê Kurd ê bi navê Henan Mihemed Mûrat di encama şerê li navçeya Tebqa ya bajarê Reqayê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha, leşkerê Kurd ê bi navê Ehmed Evdilrehman ê ji gundê Îskan ê Şîrawayê li Helebê di şerê di navbera artêşa rejîma Esad û muxalîfan de hate kuştin.
Hat ragihandin ku leşkerê Kurd Henan Mihemed Murad sala 1985’ê li gundê Kevirsefrê navçeya Cindirês Efrînê ji dayîk bûye. Ciwanê Kurd di sala 2004 de çû leşkeriya Sûriyeyê û leşkeriya wî di sala 2004 de bi dawî bû. Lê piştî 5 salan, piştî bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin, di 24’ê nîsana 2011 de careke din weke leşkerek yêdek ew birin leşkeriyê.
Her wiha, leşkerek din ê Kurd yê bi navê Ehmed Evdilrehman ê ji gundê Îskana Şîrawayê di dema leşkeriya artêşa Sûriyeyê li taxa Selehedîn a Helebê dikir de, di şer di navbera artêşa rejîmê û muxalîfên çekdar ên Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da.
Bi heman awayî, di 18’ê tîrmeha 2012 de li herêma Derea leşkerî Kurd ê bi nave Henan Elo di encama şerê di navbera artêşa Sûriye û Artêşa Sûriyeya Azad de jiyana xwe ji dest da. Beriya wî jî, leşkerê Kurd ê bi navê Rifet Xelîl Seydo bi heman awayî li Îdlibê jiyana xwe ji dest dabû.