Amed xwe ji 1'ê Îlonê re amade dike

Amed xwe ji 1'ê Îlonê re amade dike

Amedekariyên mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Amedê berdewam dikin. Serokê Lijineya Rêvebera a Odeya Endezyarên Elektirîkê (EMO) û Serokê Komîteya Amadekar a Mitînga 1'ê Îlonê Îdrsî Ekmen gelê Amedê dewetî mitînga dê di 1'ê Îlonê de saet di 16.00'an li Qada Îstasyonê li dar bixin, kir.

Weke her salan 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Amedê bê pîrozkirin. Bernameya ji aliyê saziyên sivîl ên civakî ve tê organîzekirin hêj ji serlêdanê re tu bersiv nehatine dayîn. Xebatên mitîngê bê navber li bajar berdewam dikin. Serokê Lijineya Rêvebera a Odeya Endezyarên Elektirîkê (EMO) û Serokê Komîteya Amadekar a Mitînga 1'ê Îlonê Îdrsî Ekmen, diyar kir ku ji bo komîteya amadekar a mitîngê 9 kes hatin hilbijartin lê hemû derdor piştgiriyê didin mitîngê.

Ekmen, anî ziman ku ew ji bo mitîng bi hêz derbas bibe xebatan dikin û bi wî ramanî tevlî xebatan dikin û wiha got: "Em serlênda mitîngê kir. Em li benda encamê ne. Li gel vê yekê xebatên me yên teknîkî û organîzasyonê jî berdewam dikin. Mitîng dê di 1'ê îlonê saet di 16.00'an de li Qada Îstasyonê pêk bê. Di salek ji tu bernameyên bajar re destûr nayê dayîn. Lê em li benda bersiveke neyînî ya roja "Aştiyê" nîn in. Em dê bi tevlîbûnek xurt mitînga xwe li dar bixin."

'EM DÊ BANGA MUZAKERAYAN BIKIN'

Ekmen, da zanîn ku ji dîzayan Rojhilata Navîn re ji hikûmeta AKP'ê û Tirkiyeyê re rolek hate diyarkirin û ji ber vê yekê welat ber bi şerekî ve dibin. Ekmen, bilêv kir ku ji ber vê yek mitîng gelek bi wate ye û wiha axivî: "Mixabin em di pêvajoke şîdet gelek zêde, xwîn her roj diherike û mirin hatine astekî asayî re derbas dibin. Têkoşîna gelekî ya mafdar dîsa bi înkar û îmhayê tê tepisandin. Weke Apê Musa jî got; mirovên me hemû yên dijîn mexdur û şahidên vê pêvajoyê ne. Ji bo ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin dê çiqas mirov jiyana xwe ji dest bidin. Hevdîtinên Osloyê û hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin kirin di nav gel de hêviya çek dê bêdeng bibin afirand. Lê niha destûrê nadin parêzer biçin Îmraliyê û hêviya çareseriya demokratîk êdî li ber dawîbûnê ye. Êdî ji bo mirin pêkneyên em dê 1'ê Îlonê li qadan bin. Em dê bang li alîgiran bikin ku pirsgirêka kurd bir muzakerayan çareser bikin."