Aloziya li Qamişloyê didome, 8 polîs rehîn girtin

Aloziya li Qamişloyê didome, 8 polîs rehîn girtin

Piştî ku hêzên rejîma Suriyeyê li Qamişloyê 25 ciwanên kurd binçav kirin, ciwanên endamên KCRK'ê û hêzên Asayîşa Gel daketin kolanan û 8 polîs û peywîrdarên ewlekariyê rehîn girtin. Di çalakiyê de dîmena herî balkêş jî piştgiriya dayikên di destên wan dar daketin kolanan bû. YPG’ê jî piştgirî da çalakiya ciwanên Kurd.

Gelê Rojavayê Kurdistanê ku bi dehan salan di bin zilma rejîma Baas de man, bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re, nîşan dide ku êdî tu neheqiyan qebûl nake, dest ji azadiya xwe bernade û îradeya xwe nîşan dide.

Li Qamişloyê piştî ku di saetên nîvro de hêzên rejîma Suriyeyê li Taxa Qudurbeg û li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtin û 25 ciwan bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne binçav kirin, Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) û Asayîşa Gel çalakiya şermezarkirinê li dar xist. Piraniya wan ciwan bi sedan kesên hêzên rejîmê şermezar dikin, li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev û nerazîbûn nîşan da. Esnafên li bajêr jî deriyên dikanên xwe girtin û beşdarî çalakiyê bûn.

ALA SÛRIYEYÊ DAXISTIN

Piştî demekê ciwanan li tevahiya kolanên bajêr belav kir. Ciwanan li aliyekê agir pê xistin, li aliyê din jî ji bo ku bişewîtinin bi kamyonan lastîk kişandin kolanan. Hinek ciwan jî derketin ser avahiya dibistanekê û ala Suriyeyê daxist, her wiha tabelaya dibistanê jî avêt xwarê. Di çalakiyê de dîmena herî balkêş jî piştgiriya dayîkan bû. Dayîkên ku temenê wan di navbera 50 û 60 saliyê de bûn bi darên di destên xwe de li kolanan piştgirî da ciwanan. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM'ê hatin vekirin û sloganên ji bo azadiyê hatin avêtin.

8 POLÎS REHÎN HATIN GIRTIN

Li aliyekê li nava kolanan çalakiya ciwanên ku di destên wan de molotofkokteylî, xencer û dar hebûn dom kir, li aliyê din jî endamên KCRK'ê û Hêzên Asayîşê li nava bajêr li hemberî hêzên rejîmê operasyon da destpêkirin. Di encama operasyonê de 8 polîs û peywîrdarên ewlekariyê hatin binçavkirin. Ji ber bûyeran polîsên li nava bajêr çûn hundirê qereqolên xwe û derneketin.

ENDAMÊ DESTEYA BILIND HATE CIHÊ ÇALAKIYÊ

Di dema ku çalakî didomiya de, Endamê Desteya Bilind Îso Hiso jî hat cihê çalakiyê. Hiso, hem derbarê çalakiyê de agahî, hem jî navên ciwanên hatine binçavkirin, girtin. Aloziya li bajêr didome.