Li bajarê Kobanê bi armanca agahdarkirina gel ji rewşa dawî ya Sûrî û Rojavayê Kurdistanê civîneke berfereh hat lidarxistin. Di civîna ku li Mala Gel pêk hat de, endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî, rewşenbîr û welatiyên Kobanê beşdar bûn. Endamê DBK’ê Aldar Xelîl got; “Êdî ti hêz li herêmê wê nikaribe Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.”
Di civînê de Endamê Desteya Bilind Aldar Xelîl diyar kir ku desteya bilind di encama xebat û têkoşîna tevgerên neteweyî yên Rojavayê Kurdistanê de hate avakirin. Li Mala Gel a bajarê Kobanê, derbarê şoreşa azadiyê ya Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de civîneke berfereh hat lidarxistin.
Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û rewşenbîr jî di nav de gelek kes tevlî civînê bûn. Di civînê de endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl derbarê peymana hevkariyê ya li Hewlêrê û avakirina desteya bilind de axaftinek kir û weha got:“Avakirina Desteya Bilind, encama têkoşîna tevgerên neteweyî yên Rojavayê Kurdistanê û berxwdana gelê me ye. Di pêvajoya heyî de yekane daxwaza gelê me yekîtî û hevgirtin e.”
Xelîl derbarê heman mijarê de bal kişand ser hewldanên erênî yên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Berzanî û weha got: “Êdî ti hêz li herêmê wê nikaribe Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.”
Li ser rewşa rêjîma Sûrî jî endamê desteya bilind Aldar Xelîl weha axivî: ““Êdî ti rewabûna rêjîmê nema ye. Bi siyasetên şerxwaz û kuştina mirovan vê rêjîmê hemû rêyên aştiyê girtine.”
Xelîl herî dawî ji beşdarên civînê û tevahiya gelê Kurd xwest ku di vê pêvajoyê de pirsgirêkên xwe deynin aliyekî û bi erkên xwe rabin.