Endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê Êlihê Ayla Akat di civîna ji bo meşa DOKH'ê ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin de axivî û diyar kir ku, ew dê bi meşa li dar dixin ji Enqereyê re peyamê, ji Îmraliyê re jî silavê bişînin.
Amedekariyên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) yên meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Êlihê li dar dixin şevê din jî berdewam kirin. Di civîna gel ya ku şevê din li taxa Petrolkentê hate lidarxistin de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin berzkirin. Endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, aktivîstên DOKH'ê û gelek welatî tevlî civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê Ayla Akat axivî û diyar kir ku, sîstema ku yekîtiya gelê Kurd ditirse û wiha got: "Îro tirsa sîstem û dewleta tirk ya herî mezin yekîtiya gelê Kurde. Em dizanin ku, pirsgirêk bi destê AKP'ê nayê çareserkirin. Bi destê dewleta tirk nayê çareserkirin. Çareserî di destê gelê Kurd de ye."
'MEŞA ME DÊ JI ENQERE RE BIBE PEYAM, JI ÎMRALIYÊ RE BIBE SILAV'
Akat bang li hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin û wiha axivî: "Divê di meşê de hezar na herî kêm deh hezar kes cih bigirin. Divê em li Êlihê meşeke wisa li dar bixin ji Enqere re bibe peyam ji Îmraliyê re bibe silav. Divê em bi vê meşê çi dixwazin danîn holê. Ji ber ku ev der welatê Egîde. Ji ber ku Mazlûm Dogan li vir xebat kir. Ji ber vê yekê divê Êlih xwe nîşan bide."