Agahî ji bajarokê Rûbarokê nayê girtin

Agahî ji bajarokê Rûbarokê nayê girtin

Ji Bajaroka Rûbarokê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ev du rojin tu agahî jê nayên girtin.

Du rojin ji bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê û gundên girêdayên wê, ji gundê Bêzelê û 5 gundên derdorê yên girêdayî navçeya Şemzînanê tu agahî nayê girtin. Li heremê ku pevçûn zêdebûne li bajarokê telefonên malan û xetên operator ên GSM’ê naxebitin.

Gelê navçeyê ku tu agahî ji bajarokê nagirin, ji xizmên xwe yên li bajarok û gundan bi fikarin.