8 girtiyên din jî tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem bûn

8 girtiyên din jî tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem bûn

Li girtîgehên Amed, Mêrdîn, Îzmîr, Amasya û Gîresûnê 8 girtiyên din yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî, dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Li girtîgehên Amed, Mêrdîn, Îzmîr, Amasya û Gîresûnê 8 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên bi navê Mehdî Ay, Faruk Beyter, Zulkuf Gezen, A. Menaf Gezer, Fuat Bor, Ubeyît Şen, Mahmut Demîr û Aydin Akiş bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û şertên wî yên ewlehî, tenduristî û azadiyê pêk bên û mafên kurdan yên demokratîk bên dayîn dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê bi gotin û pêkanînên xwe hinek textîk pêk anîn lê di bingeha xwede dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê bernadan. Girtiyan bertek nîşanî tecrîda zêdehî saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike dan û wiha gotin:

"Dewlet di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî Kurdê azad hiqûqekî veşartî bikartîne. Azadbûna Tirkiyeyê di azadiya gelê Kurd re derbaz dibe. Ji bo vê yekê jî herî zêde Birêz Ocalan ked da. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin, mafên wî yên tenduristî, azadî û ewlehiyê neyên pêk anîn, hemû zextên li ser zimanê me yê zikmakî neyên rakirin em dê çalakiya xwe berdewam bikin."

LI GIRTÎGEHA ŞAKRANÊ GIRTÎ DI HUCREYAN DE TÊN GIRTIN

Hate zanîn ku, 4 girtiyên li 4'emîn Tîpa T ya Şakranê bi heman armancê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin, di hucreyan de bi tena serê xwe tên girtin. Hate ragihandin ku, navên girtiyên di hucreyan de bi tena serê xwe tên girtin wiha ne: Ubeydullah Tokay, Sedat Dalga, Zîver Mete û Mehmet Işik.