Li Wanê piştî mitîngê li taxa Xaçortê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketibû. Piştî bûyeran 7 kes hatin binçavkirin.
Duh li Wanê biboneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê mîtînga girseyî hate lidarxistin. Piştî mîtîngê li taxa Xaçortê polîsên AKP’ê êrîşî meşa ciwanan kir û di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Pevçûnê li tax û kolanan heta derengê şevê berdewam kir. Di pevçûnê de polîsan ava şit û bombeyên gazê bikar anî û 7 kesên bi navê Şerîf Dag, Nîmet Pala, Zafer Çelîk, Lokman Alagoz, Cafer Çomerlî, Tayar Tekîn û Sînan Duman hatin binçavkirin. Sînan Duman serbest hate berdan û 6 kesên din jî birin Midûriyeta Polîsan ya Wanê.