Nîqaşên li ser veşartina leşkerên di pevçûnan de têne kuştin didomin, 7 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê. Hate hînbûn ku, ev cenaze ji ber sedema “biçekê hate kuştin” derbazî qeydan bû.
Li gorî agahiyên hatine girtin, piştî ku 7 cenaze anîn Nexweşxaneya Leşkerî ya Dewletê, dozgerê nobedar yê girêdayî Dozgeriya Komarê ya Amedê hate nexweşxanê û tevlî otopsiya 7 leşkerên mirî bû.
Di derbarê agahiyên nasnameyên leşkeran de ti agahî nehatin dayîn, sedemê mirina leşkeran jî weke “biçekê hatin kuştin” derbazî qeyda bûn û hate hînbûn ku, cenaze bi helîkopteran ji herêma Şirnexê anîne Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê. Hate ragihandin ku, cenaze hêjan li Morga Nexweşxaneya Leşkerî tên ragirtin.