Li welatiyê bi navê Beşîr Arçagok yê li ser rêya Amed Farqînê li dijî polisan çalakî pêk anî, polîsan xwest wî înfaz bikin, 7 caran cezayê giran yê muebetê û 30 hezar cezayê pereyan lê birîn. Arçagok li ser biryara dadgehê slogana "Bimre dadgehên faşîst" qêrîya û diyar kir ku, rûniştina dadgehê boykot dike.
15'ê Îlonê li ser riya Farqîn û Amedê li dijî wesayîta polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê bi piştgiriya hewayî operasyoneke berfireh hat destpêkirin û Beşîr Arçagok bi awayeke birîndar hat girtin. Lêpirsîna bûyerê bidawî bû.
7 CARAN CEZAYÊ LI ARÇAGOK BIRÎN
Di îdîanameya ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran ku lêpirsîna wê ji aliyê serdozgerê komarê ya bi rayeya taybet ve tê meşandin de ji bo Arçagok bi îdîaya ku "Ji ber xwestiye yekîtiya dewlet û welat xirab bike", "bi zanebûn teşebûsî kuştina mirovan kiriye" û "endamê rêxistinê ye" cezayê muebeta girankirî û 216 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Rûnişdina doza Arçagok ya biryarê hate dîtin û heyetê li Arçagok 7 caran cezayê giran yê muebetê û 30 hezar tl cezayê pereyan birî.
Di rûniştinê de Arçagok şahid Agîd Gîzlemîş mudafiyê Arçagok prz Sedat Yurttaş û Cemîl Ozen amade bûn. Li salonê Beşîr Arçagok nîşana serkeftinê bilind kir û li gel hişyariya dadgehê got "Hûn hişyar bikin jî ez dê dubare bikim."
Arçagok pişt re parastina xwe bi nivîski amade kir û xwest bixwîne û têxin dosyayê. Dema Arçagok daxwaznameya xwe xwend, heyetê bi hinceta "Daxwazname siyasî ye û derbarê çalakiyê de agahî tune" destûr neda ku daxwazname bê xwendin. Arçagok di xwendinê de israr kir û got "Ez dê daxwazên xwe dubare bikim". Piştre li ser fermana heyetê cendirmeyan daxwazname ji destê Arçagok derxist û xistin dosyayê.
ARÇAGOK: BIMRE DADGEFA FAŞÎST!
Dema Arçagok rastî helwesta heyeda dadgehê hat, slogana "Bimre dadgehên faşîst" qêrîya û diyar kir ku, rûniştina dadgehê boykot dike. Arçagok piştî helwesta dadgehê şermezar kir, leşkeran destê Arçagok kelepçe kir û ew ji salonê derxistin.
Piştre parêzerê mudafî Sedat Yurttaş û Cemîl Ozen, îdîayên derbarê Arçagok de red kirin û diyar kir ku, pêvajoya li dijî hiqûqê heye.
Piştre heyeta dadgê li Arçagok bi îdîaya ku "Ji ber xwestiye yekîtiya dewlet û welat xira bike", "bi zanebûn teşebûsî kuştina mirovan kiriye" û "endamê rêxistinê ye" 7 caran cezayê giran yê muebetê û 30 hezar tl cezayê pereyan birî.