63’yemîn rûniştina doza sereke ya KCK'ê dest pê kir

63’yemîn rûniştina doza sereke ya KCK'ê dest pê kir

63'yemîn rûniştina doza sereke ya "KCK"ê ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

63'yemîn rûniştina doza sereke ya "KCK"ê ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Weke her car dîsa derdorê edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

72 girtiyên di nav de Parlementerê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle û Parlementera BDP'ê Selma Irmak jî hene ji ber rapor girtin tevlî rûniştinê nebûn û 38 girtî û parêzer di rûniştinê de amade bûn.

Di rûniştina de delîlên der heqê Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê û xebatkarê Perwerdehiyê yê Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê Aslan Ozdemîr tên xwendin.