62'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK"ê ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir.
62'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK"ê ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir. Serê sibê dîsa derdorê edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. 93 girtiyên di nav de Parlementerê DEP'ê yê berê û parlementeriya wî ya nû jê hatî dizîn Hatîp Dîcle, parlementerên BDP'ê Selma Irmak û Kemal Aktaş jî hene tevlî rûniştinê nebûn, 17 girtî û parêzer di rûniştinê de amade bûn. Di rûniştina îro de delîlên der heqê Aktîvîsta DOKH'ê Pinar Işik tên xwendin.
Di dema delîl dihatin xwendin Prz. Reyhan Yalçindag axivî û diyar kir ku, heta niha ji ber zagonên heyî heyeta dadgehê destûra parastina zimanê zikmakî neda ji ber vê yekê muwekîla wê dê têkildarî îdîayan de herî dawî bersivê bide. Rûniştin berdewam dike.