Li Xerpêt û Sêrtê 3 gerîlayên HPG'ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan bi girseyî spartin axê
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Evîn Gokguz (Hebûn Argeş) a ku di 4'ê cotmehê de li navçeya Miyaranê ya Xerpêtê jiyana xwe ji dest da bi slogana "Şehîd namirin" û sedan kevokên hatin firandin spartin. Cenazeyê Gokguz duh ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn Amedê li Goristana Yenîkoyê hate sekinandin. Alîkarê Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Amedê Ahmet Gezer, rêvebeêrn BDP'ê yên navçeyan, MEYA-DER, TUHAD-FED, DOKH, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî li Goristana Yenîkoyê hatin cem hev û tevlî merasîma cenaze bun. Di merasîmê de alên PKK, HPG'ê û wêneyên 3 gerîlayên HPG'ê hatin hilgirtin.
Di merasîmê de sloganên "Şehîd namirin", "Be serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Jinan darbesta Gokguz a bi alên PKK'ê û cilên wê yên hêj tevlî PKK'ê nebûyî hate girêdan hilgirtin û anîn Mizgefta Yenîkoyê. Piştî nimêja cenaze dîsa darbest ji aliyê jinan ve hate wergirtin û ber bi goristanê ve derxistin rê. Girseya li ser Kolana Sentoyê rê ji trafîkê girt bi meşê hate goristanê hat. Girseyê cenazeyê Gokguz di bin siya sedan kewokên firandin û alên PKK'ê definkir. Piştî karên veşartinê bi dawî bû rêzgirtin hate girtin.
'YA DIKEVE BERÊ ME DI RIYA EVÎNAN DE MEŞ Û BÎRANÎNÊN WAN BIDIN JIYÎN E'
Piştî merasîmê Rêveberê MEYA-DER'ê Medenî Aktar, axivî û diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe qezence bike têkoşînê dide û wiha got: "Heval Evîn ji bo gelê kurd azad bibe peywira xwe bi cih anî. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em di riya Evînan de bimeşin û bîranînên wan bidin jiyîn e. Serê gelê kurd sax bibe." Dayîka Aştiyê Havva Kiran jî diyar kir ku Evîn û hevalên wê ji bo gelê kurd xwe fida kirin û wiha got: "Ji bo çavên Evîn û hevalên wê li pey wan nemînin divê em têkoşînê bidomînin. Divê hemû kes têkoşîna azadiyê bidomîn e."
Xalê Gokguz Ahmet Şener jî spasî li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û wiha axivî: "Evîn tenê şehîda me nîn e ya hemû gelê kurd e." Şener, nivîsa Gokguz vedigot xwend.
GERHAL FERHATLI DÎLOKÊ SPARTIN AXÊ
Cenazeyê gerîlayên Kurd Erdal Ceylan (Ferhat Dîlok) ê HPG'yî ku di encama pêvçûna di 3'ê cotmehê de li nêzî Qereqola Memîra yê Navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Asrî ya Dîlokê hate definkirin. Cenazeya ku ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate hilgirtin û birin Dîlokê. Cenaze ji hêla girseya ku di nava wan de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dîlokê Faîk Dursun û serokê berê Bedîrhan Fermanoglu bi dirûşmeyên wek e "Dîlok dê ji faşîzmê re bibe goristan", "Şehît namirin", "Bê serok jiyan nabe" hate pêşwazî kirin. Cenazeya ku birin Goristana Asrî piştî vecîbeyên olî birin cihê ku tê bê definkirin. Di merasîma cenazeyê de demên hîstiyar çêbûn.
'BILA SERÊ RÊBERÊ GELÊ KURD SAX BE’
Dayika Gerîla Ceylan Zahîde Ceylan ji bo serkeftina gelê kurd duayan kir û wiha got: "Îro ne roja girînê ye. Bila serê gelê kurd û Rêberê gelê kurd sax be." Girse pişt re çûn mala sersaxiyê ya li Mala Taziyê ya Karacoglan Sosyal Tesîsî ya li Navçeya Şehîtkamîl hatiye vekirin e.
GERÎLA BEŞÎR JI ALIYÊ HEZARAN VE HAT RÊWÎKIRIN
Cenazeyê gerîla Edîp Çîçek (Beşîr Mêrdîn) ê ku di heman pêvçûnî de bi Erdal Ceylan re jiyana xwe ji dest dabû li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate definkirin. Cenazeyê Çîçek li Tesîsên Ademhan a Mêrdînê ji hêla girseyê ku di nava wan de serokên rêxistina BDP'ê yên bajêr, navçe û bajarokan, şaredarên navçeyan jî hebûn birin Qoserê. Di ketina navçeyê de ku polîsan ewlehiyeke berfireh girtibûn. Bi hezaran kes di ketina Kolana Musa Anter peya bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK vekirin û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e", "Ey şehît xwîna te li erdê namîne", "Tolhildan", "Bijî Serok Apo", "Ey şehît riya te riya me ye" berz kirin. Li ser rê hemwelatiyan ji nîşana serkeftinê piştgiriyê dane girseyê. Girse darbesta Çîçek danîn ser milan û ala HPG'ê lê pêçan û bi dirûşmeyan heta Mizgefta Halîlûrahman meşiyan û li vir vecîbeyên olî bicih anîn.
Hate dîtin ku cendekê Çîçek hatiye texrîpkirin û çavê wî yê çepê jî hatiye derxistin. Pişt re cenaze li Goristana Şehîtlikê ya li Taxa Sanayiyê hate definkirin. Di merasîmê de deqeyek rêzgirtin hate kirin û di heman demî de jî marşa "Çerxa şoreşê" hate xwendin.
Nûnerê MEYA-DER ê Mêrdînê Fettah Tekîn, li vir axaftin kir û banga têkoşînê bilind bikin li gel kir. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp jî, diyar kir ku divê êdî şer bi dawî bibe û dayik negirîn. Bavê Çîçek M. Emîn Çîçek jî got: "Kûrê min ji bo azadiya Kurdistanê têkoşînê da û bi awayeke bi rûmet jiyana xwe ji dest da."
POLÎS PÊŞIYA GIRSEYÊ BIRÎ
Piştî definkirina cenazeyê hemwelatiyan sersaxiyê dane malbata Çîçek û bi navenda navçeyê ve meşiyan. Girse ji hêla polîsan ve bi danîna barîkatê re hate rawestandin. Polîsan xwest ku kesên rûyên xwe bi puşiyan girtine bila vekin. Li ser vê yekê di navbera girse û polîsan de gengeşî derket. Piştî gengeşiyê girse bê bûyer belav bû.