Rojavayê Kurdistanê, 250 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (Ciwanên Şoreşger) tevlî refên YPG’ê ya ku Rojavayê Kurdistanê û Kurdên li deverên dinên Sûriyeyê yên ku Kurd lê dijîn diparêze, bûn. Rayedarên Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku pêdiviya Rojavayê Kurdistanê bi hêzek derve nîn e û banga tevlîbûnê li ciwanan kir.
Di demeke ku aloziya di navbera Tirkiye û Suriyeyê de zêde dibe, her wiha meclîsa Tirkiyeyê destûrnameya operasyona dersînor qebûl kir, li Rojavayê Kurdistanê jî xebatên parastinê zêde dibin. Li aliyekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) birêxistinbûna xwe berfireh dike, li aliyê din jî ciwan ku di parastinê de rola aktîf dilîzin, tevlî refên YPG’ê dibin.
KAMPANYAYA CIWANÊN ŞOREŞGER
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê jî, ji bo parastina destkeftiyên gel û bi armanca parastina ciwanan a ji hemû hewldanên dejenerebûnê, piştgiriyek mezin dide YPG’ê. Ciwanên Şoreşger di vê çarçoveyê de jî, bi navê “Parastina me hebûna me ye” kampanyaya tevlîbûna refên YPG’ê daye destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku demek beriya niha hatiye destpêkirin de, ciwan ref bi ref tevlî YPG’ê dibin.
Di çarçoveya kampanyayê de heta niha li Efrînê 100, li Qamişlo 60, li Dêrikê 40, li Helebê 50 û bi giştî 250 ciwan tevlî YPG’ê bûn. Hate gotin ku di rojên pêş de jî dê li Kobanê 50 ciwan tevlî YPG’ê bibin.
‘PÊDIVÎ BI HÊZA DERVE TUNE YE’
Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bawer Hedilî, diyar kir ku ew dixwazin nîşan bidin ku li Rojavayê Kurdistanê hêza netewî ya parastinê YPG ye û got: “Ya ku dê parastina me bike YPG ye, ji ciwanên vî gelî pêk tê.” Bawer Hedilî, destnîşan kir ku tu pêdiviya Rojavayê Kurdistanê bi hêzeke li derve nîn e wiha axivî, “Gelê kurd hêza xwe ava dike. Loma em piştgiriyê didinê û ji bilî YPG’ê tu hêzan qebûl nakin. Em dixwazin bi vê yekê li dijî hinek rêxistin û siyasetên li pêşiya yekîtiyê astengin , helwesta xwe nîşan bidin.
‘ÇARESERÎ LI DERVE NÎN E’
Bawer Hedilî, bal kişand ser ciwanên ku çuna Başûrê Kurdistanê û daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî ku got, “Em perwerdeya leşkerî didin 15 hezar ciwanan” û ev tişt anîn ziman: “Ciwan neçarin nîn ku parastina xwe nekin. Dikarin li ser axa xwe parastina xwe bikin, perwerdehiya xwe bibînin. Lewre em ciwanên ku çune Başûrê Kurdistanê û perwerdehiya leşkerî dibînin, wekî kesên ji şoreşê reviyane binav dikin. Şoreş li vir tê jiyandin, ger ku tiştek bibe, divê li vir bê kirin. Hêza dê bi awayekî rast parastinê bike hêza li vir e, ew jî YPG ye.”Hedilî, bang li hemû ciwanan kir ku tevlî kampanyaya wan bibin û parastina xwe bikin.
Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê YPG’ê li gel destpêkirina raperînîn li Sûriyeyê dest pê kirin xwe bi rêxistin kir. Lê bi awayeke fermî 19’ê tîrmehê avabûna xwe bi fermî ragihand. YPG tevî bajarên Rojavayê Kurdistanê, Kurdên li bajarên din ên Sûriyeyê dijîn ên wek Heleb û Şamê.