Piştî bi hevkariya AKP’ê û MHP’ê tezkereya dervey sînor ji bo salekê ji Meclîsa Tirk hate derxistin, 25 balefirên din yên şer anîn Amedê ku bê navber liv û tevgera hewayî lê heye.
Piştî bi hevkariya hikumeta AKP’ê û MHP’ê tezkereya şer ji Meclîsa Tirk derbazkirin û rayeya êrîşkirinê welatên biyanî daye artêşa Tirk, li 8’mîn Baregeha Jetan ya 2’mîn Fermandariya Hêza Hewayî ya Amedê liv û tevgera hewayî zêdetir bû. Duh piştî êrîşa li dijî herêma Qendîl ya li Herêma Federal ya Kurdistanê, dîsan tevgera li baregeha balefiran balkişand. Balefirên şer yên di demjimêrên nîvro û demjimêr 16.00’an de bê navber hatin û çûn.
Li aliyê din jî hate hînbûn ku, ji baregehên din yên Tirkiyeyê 25 balefirên şer anîn Amedê.