Cenazeyên 2 gêrîlayên HPG'ê yên li navçeya Xozata Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dan birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Di 6'ê Cotmehê de li navçeya Xozatê ya Dêrsimê operasyon hate destpêkirin û piştî operasyonê pevçûn derket. Di pevçûnê de hate îdîakirin ku, 2 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên 2 kesên ku tê gotin gêrîlayên HPG'ê ne, şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.