18 sal cezayê girtîgehê dan endama koma Aştiyê Dogan

18 sal cezayê girtîgehê dan endama koma Aştiyê Dogan

18 sal cezayê girtîgehê li endama koma aştiyê ya 2’mîn ya hatiye Tirkiyeyê Aysel Dogan ku 10 salan li girtîgehê ma birîn.

Rûniştina biryardayîna doza di derbarê Endama Koma Aştiyê ya 2’mîn û Seroka Akademiya Bawerî û Çanda Elewiyan (DAKAD) Aysel Dogan, Endama Meclîsa Şaredariyê Nûray Atmaca, Hevseroka berê ya BDP’a Dêrsimê Amber Kurtgozu Bakiray û rêvebera BDP’a bajar Nevîn Baltan de hatibû vekirin li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê hate dîtin.

4 jinên siyasetmedar yên di rûniştina biryardayînê de amadebûn, piştî parastinê dadgehê biryara xwe aşkera kir. Bi sûcdariya ‘rêveberiya rêxistinê’ 18 sal cezayê girtîgehê li Aysel Dogan birîn, her wiha bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ 9 sal cezayê girtîgehê li Atmaca, Bakiray û Balta yên BDP’yî birîn.

Aysel Dogan yek ji koma 8 kesî ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an ji Ewropa hatibû Tirkiyeyê ye. Dogan piştî 10 salan girtî ma serbest hatibû berdan.