16 kesên bi hinceta tevlî pîrozbahiya Newroza 2012'yan a navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bûn dihatin darizandin. Her 16 kesan parastina xwe bi Kurdî kir.
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdîn der heqê 16 kesan de bi hinceta tevlî Newrozê bûn û "sloganên dijî zagonî berz kirin" doz hatibû vekirin û rûniştina dozê li Dadgeha Cezayên Asliye pêk hat.
Di rûniştina 16 kesên di nav de Endama Meclîsa Giştî ya BDP'ê Emanet Eneş, endamên meclîsa şaredariyê Nîzam Kapan, Husnugul Paslanmaz, Abdulkadîr Erbava, rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Şemrexê Hasan Kapan, Mehmet Tahîr Delek û Mahmut Şan jî hene bi kurdî parastin hate kirin. Piştî parastinê heyeta dadgehê rûniştin taloq kir.
Piştî rûniştinê Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Şemrexê Mehmet Tahîr Delek axivî û diyar kir ku doz li dijî demokrasiyê ye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ya ku li hemû qadan dibêje wan înkara li ser kurdî bi dawî kir, tehemûlê nîşanî cejna me ya neteweyî nade." Delek, anî ziman ku ew li hemberî zextan serî natewînin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.