Rêxistina BDP'ê ya Geverê bi dirûşma "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" mîtîng pêk anî. Mîtîngê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan dest pê kir. Li Qoser û Cizîrê jî bi hezaran kes ji bo beşdarî mîtîngê bibin li hev kom bûn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Rêxistina BDP'ê ya Geverê bi dirûşma "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" mîtîng pêk anî. Mîtîngê bi tevlîbûna 10 hezaran kesan dest pê kir. Heyeta tevlî mîtîngê bibe 20 kîlometre dûrî Geverê li ser balafirgeha Geverê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Heyeta ku li ser pira Şekîtanê hate pêşwazîkirin bi konvoya mezin hatin Geverê. Heyet li ber Otela Oslo, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê pêşwazî kirin.
Girsê di pêşwazîkirinê de bê navber dirûşme berz kirin û heta Kolana Girtîgeha Berê meşiyan. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyana nabe", "PKK Gel e, gel li vir e" berz kirin. Welatiyên ku li şaneşinên malên xwe jî piştgiri dan, dirûşmeyên "Munafık Naim" berz kirin. "Em oprasyonên şoreşgerî yên Şemzînan, Çelê û Oremarê slav dikin" û "Kurdistan ya Kurdan e, hêzên TC'ê ji axa me bicehimin" rakirin. Dîsa posterên Ocalan, Mahsum Korkmaz û alên PKK û KCK'ê rakirin.
Bi 10 hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn alên kesk, sor û zer vekirin û ji bo kesên di têkoşina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girsê piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Hamit Geylani, Parlementerên BDP'ê Adîl Kurt û Esat Canan amade bûn. Mîtîng bi coşek mezin didome. Parlementere Mêrdîn û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Endamê Koordinasyona KCD'ê Ozdal Uçer û Halil Aksoy dê tev mi lîtîngê dibin.
LI QOSER Û CIZÎRÊ GIRSE KOM DIBE
Li navçeya Qoserêya Mêrdînê jî beriya mîtîngê polîsan li gelek nokte û taxan xwe bicih kirin. Beriya meşên ku ji taxên Îpek, Cumhuriyet û Qada Azadiyê ber bi Qada Newrozê ya Mîtîngê ve biherike, li qadên ku meş dest pê bike polîsan maşîneyên zirxî bi cih kirin. Li Qada Newrozê jî polîsan 7 TOMA bi cih kirin. Pişti saetên mîtîngê nêzîk bûn, girseyên ku li taên Îpek û Cumhuriyetê û Qada Azadiyê kom bûn, ber bi Qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Li gel polîsan tedbîrên mezin girtin jî girsê dest bi meşê kir. Li gel qedexeyan bi hezaran kes ketin qada mîtîngê.
Li Cizîr, Şirnex û Hezexê beriya mîtînga Cizîrê ya "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin", welatî neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Welatyan ji bo beştarî mîtîngê bibin û piştgiriyê bidin mîtîngê neçûn ser kar. Li Şirnex û navçeyên wê ji bilî firin û dermanfiroşan her der girtî ye û bêdengiyek serdest e. Bi hezaran kesên li qadan û navçeyên din kom bûn berê xwe dan Cizîrê. Hate zanîn ku Girseya li Cizîrê kom bû rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir û gersê jî bi keviran bersîv da polîsan. Pevçûn didome.