JIN
Hemû Nûçe
-
Ji Guven peyama sala nû
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê rehîn tê girtin bi rêya telefonê li gel keca xwe axivî, diyar kir ku hê jî di qawîşa karantînayê de ye û sala nû ya her kesê pîroz kir. -
Yasemîn Çetîndag hate bibîranîn
Yasemîn Çetîndag a 23’yê Kanûnê li Strasboûrg a Fransayê hate qetilkirin li mala xwe ya Montagne Verte hate bîbîranîn. -
Yasemîn Çetîndag wê li Strasboûrgê were bîranîn
Yasemîn Çetîndag a ku roja 23’ê Kanûnê ji aliyê hevjînê xwe yê berê Savaş Ozyanik ve hatî qetilkirin, wê li Strasboûrg a Fransayê were bîranîn. -
Polîsan êrîşî jinan kir: 7 kes destgîr kirin
Polîsan êrîşî çalakiya jinên ku bi banga “Em ji bo Aylîn Sonmez, Selda Taş, Vesîle Donmez û hemû jinên hatine qetilkirin bêdeng namînin” hatin gel hev kir û 7 jin destgîr kirin. -
Çalakiya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’
Li bajarê Lleîde ya Katalûnya di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ hatibû destpêkirin standek hate danîn û îmze hatin komkirin. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: 2021'ê em ê têkoşînê geştir bikin
Meclîsa Jinan a HDP’ê xeta têkoşîna xwe ya polîtîk a serdema nû diyar kir û destnîşan kir ku sala 2021’an wê bibe sala geşkirina têkoşînê. -
Kurtaj li Arjantînê qanûnî bû
Senatoya Arjantînê piştî hevdîtinên ji 12 saetî, mafê kurtajê qanûnî kir. Bi vî rengî bû yekemîn welatê Latîn Emerîkayê ku mafê kurtajê qanûnî kir. -
'2021 wê bibe sala azadiya Rêbertî û têkbirina faşîzmê'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad got, "Sala 2021 wê bibe demeke xurt a kar û têkoşînê. Ji bo azadkirina Rêberê me û hesabpirsîna ji faşîzmê, di çarçoveya pêngavê de em ê têkoşîna xwe bi rengekî radîkal bimeşînin." -
TJK-F'ê kuştina Yasemîn Çetîndag şermezar kir
TJK-F'ê têkildarî kuştina Yasemîn Çetîndag daxuyaniyek da û ragihand ku kuştina jinê êdî di asta qirkirina zayendê de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma têkoşîna rêxistinbûyî ji bo jinan êdî ji nan û avê jî girîngtir e." -
KJK'ê ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar bang kir
Koordînasyona KJK'ê: Bi sala 2021'ê re em dest bi saleke girîng û krîtîk dikin. Li dijî dewleta Tirk a zordar, ku xwedî heman mejî û zîhniyeta DAÎŞ'ê ya şer û kaosê ye, em berxwedana xwe û têkoşîna hevpar mezin bikin. -
Li Parîsê çalakiya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’
Li paytexta Fransa Parîsê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ çalakiyek hate kirin. -
Jinên Êzidî: Ji bo Guven bikevin tevgerê
Jinên Êzidî yên Kantona Efrînê silav li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a rehîn hatiye girtin da û got: “Divê rêxistinên mafê mirovan li dijî biryara hatî dayîn bikeve tevgerê.” -
Li Stenbol, Meletî û dîlokê 3 jin hatin kuştin
Li Stenbol, Meletî û Dîlokê ji aliyê mêran ve 3 jin hatin qetilkirin. -
Dayikên Aştiyê dîlgirtina Guven şermezar kirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û diyar kir ku Kurd paşve gavê neavêjin. -
TAJÊ: Sala nû wê bibe sala misogeriya xweseriya Şengalê
TAJÊ ji bo parastina destketiyên Şengalê banga xwedîderketinê kir û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku sala 2021'ê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina xweseriya Şengalê." -
Ronahî Serhad: Jin sîstemeke nû diafirînin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad diyar kir ku di teoriya azadiyê ya jinê de lêgerîneke nû ya radîkal, lêpirsîneke îdeolojîk heye û got, "Bi kurtasî ji sîstemê dibihurin û têdikoşin. Sîstemeke nû diafirînin." -
Li Fransayê, jineke Kurd ji aliyê mêrê ku pê re dima, hate kuştin
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, Yasemîn Çetîndag (25) ku ji 23'ê Kanûnê ve winda bû, ji aliyê Savaş Ozyanik (42) ê ku beriya du mehan pê re bû, hate kuştin. -
Li dijî diktatoriya Tirk li Danîmarka îmze hatin komkirin
Di çarçoveya kampanyaya ’100 sedem ji bo darezandina dîktator’ de ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) hatiye destpêkirin li paytexta Danîmarka Kopenhagê çalakiyek hate kirin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan ji bo xeta têkoşîna polîtîkaya pêvajoya nû diyar bikin, bi rêya onlîne civînek li dar xist. -
Çeteyên Sultan Murad jineke Efrînî kuştin
Rêxistina Mafê Mirovan a EFrînê ragihand çeteyên Sultan Murad beriya bi çend heftiyan ji eşîra Ereb El-Umeyrat jinek kuştine. -
Jinan di sala 2020'î de gavên girîng avêtin
Sala 2020'î her çend bi vîrûsa koronayê û bûyerên têkildarî wê ve bê bîranîn jî di mijara mafên jinan û wekheviya zayendan de hin gavên erênî hatin avêtin. -
Nûçegihana Jinnewsê hate destgîrkirin
Polîsên Tirk li navçeya Pertek a Dêrsimê nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak destgîr kirin. -
Jinên Tebqayê xwedî li berxwedana QSD’ê derketin
Jinên ku li Tebqayê xwedî li berxwedaniya Eyn Îsayê derketîn, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya hikûmetên Şam û Rûsyayê şermezar kirin. -
Mêrek ji girtîgehê hate berdan, hevjîna xwe qetil kir
Li Balikesîrê mêrê binavê Recep Kirtay, ji girtîgehê bi destûr derket, hevjîna xwe Çîgdem Kirtay qetil kir. -
TAJÊ: Leyla Guven sembola berxwedana jina Kurd e
Kordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ragihand ku Leyla Guven sembola berxwedaniya jina Kurd e û di heman wextê de dilsoz û şopdarê felsefa û fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.