Li dijî diktatoriya Tirk li Danîmarka îmze hatin komkirin

Di çarçoveya kampanyaya ’100 sedem ji bo darezandina dîktator’ de ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) hatiye destpêkirin li paytexta Danîmarka Kopenhagê çalakiyek hate kirin.

Meclîsa Jinan a Sêvê saet 13:00,’an li ser rêya Nytorvê stand danî û ji bo darezandina Serokkomarê Tirk Erdogan û rejîma wî îmze kom kirin.

Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven da û daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin.

Di çalakiyê de qetlîam û sûcên rejîma Erdogan li ser jinê pêk aniye hate vegotin, bang hate kirin ku divê civaka navneteweyî bi erka xwe rabin.

Eleqeyek zêde ji bo çalakiyê hebû.