JIN
Hemû Nûçe
-
Yadê Taybet li cihê hatî qetilkirin hate bibîranîn
Yadê Taybet ku yek ji navê sembol ê berxwedana Xwerêveberiyê bû di salvegera 5'an de li cihê ku hatî qetilkirin ji hêla TJA'yê ve hate bibîranîn. -
Jinên Reqayê sûcên şer ên dewleta Tirk şermezar kirin
Rêveberiya Jinên Reqa ji bo protestokirina sûcên şer ên dewleta Tirk û dij mirovahiyê çalakiya kon a 3 rojan dabû destpêkirin bi dawî kirin. -
Şîdeta li ser jinê ya li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin
Meclîsa Ciwanan a Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan, sûcên li ser jin û gelê herêmê li herêmên dagirkirî tê kirin, bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Jinan ji bo Meryem Şahîn çalakiyek lidar xistin
Ji bo piştgirya Meryem Şahîn ku par bûbû hedefa êrişa mêrê jê cihê bûbû, li pêşiya Dadgeha Eyaleta Hambûrgê jinan çalakiyek li dar xistin. -
Li Kolnê ji bo kampanya ‘100 sedem’ standek hate danîn
Endamên Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê ji bo darezandina dîktatorê Tirk di çarçoveya kampanya ‘100 sedem, 100 hezar îmze’ standek danîn. -
Dozgeriya Tirk dixwaze ji 7 heta 15 salan ceza li Şîmşek bibire
Karên siyasî yên aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek weke sûc hate nîşandan û dozgeriya Tirk xwest, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 7 sal heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. -
9 sal ceza dan Hevşaredar Nazlier
9 sal ceza li Hevşaredara Karazê Rojda Nazlîer hate birîn ya ku peywira wê hatibû desteserkirin. -
‘Li dijî şîddeta li ser jinan em ê li her derê têbikoşin’
Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê pêngava ‘Me too’ ya ku tacîz û şîddeta li ser jinan teşhîr dike, daxuyanî da û got, “Yên divê bêdeng bimînin ne jin in, kiryar in. Divê xew ne li jinan li tacîzkaran biherime.” -
Li Varşovayê bi hezaran kes ji bo kurtajê meşiyan
Li Polonyayê, li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo qedexekirina kurtajê, bi hezaran kes li paytext Varşovayê daketin qadan. Hem ji bo kurtajê meşiyan, hem jî xwestin ku hikumeta muxafazakar dest ji kar berde. -
Cezayê 'gelek rêveberên xwe jin e' li Şaredariya Parîsê hate birîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê, ji ber ku di sala 2018'an de li hemberî pênc mêran, 11 jinan ji wezîfeya rêveberiyê sûd wergirtine, ji aliyê dewletê ve bi 90 hezar euroyî hate cezakirin. -
Jinên Ciwan li dijî destdirêjiya li Kercewsê çalakî kirin
Jinên Ciwan ên Têkoşer îro ji bo şermezarkirina destdirêjiya li navçeya Kercewsê ya Êlihê li bajarê Silêmanî wêneyên ku nivîsên li dijî şîdeta li ser jinan hatibû nivîsandin daliqandin û derbarê wê bûyerê gel hişyar kirin. -
2 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin
Li Enqere û Manîsayê 2 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî kirin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîd û êşkenceya li girtiyan rêze çalakî kirin. -
Li Baybûrtê grêva birçîbûnê bi koma nû didome
Girtiyên jin ên li Baybûrtê li dijî tecrîdê grêva birçîbûnê didomînin. Jinan gotin, ''Heta ku tecrîd rabe em ê çalakiyê bidomînin.'' -
Derbarê Semra Guzel a HDP’î fezlek amade kirin
Di derbarê Parlementera HDP’ê Semra Guzel de bi hinceta ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê qertên şandî ji bo girtiyan bi sûcê ‘motîvekirinê’ fezleke hate amadekirin. -
Li Londonê çalakiya ‘dîktator darezînin’ hate kirin
Di çarçoveya kampanya ‘100 sedem û 100 îmze’ a ji bo darezandina dîktatorê Tirk dosyayek taybet pêşkêşî navenda Amnest Înternatîonalê a li Londonê hate kirin. -
Girtîgeha Jinan a Amedê kirine ‘mala zilmê’
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin têkildarî asta binpêkirinan gotin: “Nefesa ku em digirin jî bi hinceta şewba vîrûsa koronayê bi rêbazên burokratîk dixwazin asteng bikin.” Di mehekê de 313.74 TL fatureya elektirîkê li wan birîne. -
TJA’yê li ser tundiya li jinê rapor amade kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em Xwe Diparêz in” “Rapora Tesbîtkirina Tundûtûjiya Mer/Dewletê ya Li Hember Jinan li Kurdistanê ya Sala 2020’î” bi raya giştî re parve kir. -
15 sal ceza ji Aydeniz re hate xwestin
Ji bo Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz 15 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. -
Piştevaniya Jinê ya Ewropayê: Divê Erdogan bê darizandin
Piştevaniya Jinê ya Ewropayê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û ji bo darizandina Erdogan bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê. -
Jin ji bo darizandina desthilatê çalakiyan dikin
Li Stockholm û Kopenhagê jinên Kurd, di çarçoveya kampanyaya “Ji bo darizandina desthilatê 100 sedem” ya ji bo darizandina Erdogan û kujerên jinan çalakî lidar xistin. -
Rojnamegera Efgan Maîwand hate qetilkirin
Rojnamegera Efgan Malala Maîwand di êrîşekê de hate kuştin. -
Jinên Kurd ji bo ‘darizandina dîktator’ îmze kom kirin
Meclîsa Jinan a Den Haagê ya Hollandayê ji bo darizandina dîktatorê Tirk Recep Tayyip Erdogan îmze kom kir. -
Milîsên Tolhildanê yên KBDH’ê li Mêrsînê çalakî kirin
Milîsên Tolhildanê yên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan, li Mêrsînê li dijî dikana kesê ku bi zorê fûhûş bi jinan dida kirin, çalakiyek lidar xistin. -
KJK: Wê tecawizkar hesap bidin
Koordînasyona KJK’ê: Ne bi tenê hêzên dewletê, kesên bi hevkarî, sîxurtî û piştgiriyê zemîna tecawizê xurt dikin wê ne li derveyî bê hesappirsînê bin.