Li Merîwanê îdia jineka Kurd xwe şewitand

Li Merîwanê îdia jineka Kurd xwe şewitand

Li bajêrê  Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê jinek ya Kurd agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, hate îdiakirin ku jina binavê Şermîn a ji gundê Wilejêr a ser bi Merîwanê ya tememê wê 26 salî di 12’ê Gulan roja Yekşemê de agir berdaye bedena xwe. Hate diyarkirin ku,  piştî du rojan  li nexweşxaneyê ma jiyana xwe ji dest da.