Li Amedê jinek hat kuştin

Li Amedê jinek di encama êrîşa bi kêr ya hevserê xwe de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin K. H ya ku navçeya Peyas a Amedê li taxa Yenî Yol dijiya ji aliyê hevserê xwe ve hatiye kêrkirin.

Li îxbarê ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û jina ku ji cihên cuda yên bedena xwe birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl.

Jina bi giranî birîndar bû, ligel hemû mudaxaleyan nehat rizgakirin.

Hat hînbûn mêrê kujer hatiye binçavkirin.