EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ann Linde nerazîbûn nîşanî girtina HDP’iyan da
Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde anî ziman ku girtina rêveberên partiyên muxalîf taybet HDP’î, ji erkê girtin û şûna wan hinek din erkdar kirin, qebûl nakin. -
Meclîsa Gel a Kurd şervanê YPG’ê Nordîn Rahîmûk bibîr anî
Komîsyona Malbatên Şehîdan şervanê YPG’ê Nordîn Rahimûk ê 11’ê Cotmeha 2019’an li Girê Spî şehîd bûbû di salvegera yekemîn de bibîr anî. -
Komplo li Lorîentê protesto kirin
Salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lorîentê hate protetokirin. -
Meşa dirêj a li dijî tecrîdê di roja 2’an de temam bû
Maşa dirêj a ciwanên Kurd a li Atîna ya li dijî komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 2’an de temam bû. -
KON-MED bi hevpar û saziyên Kurdistanî: Dema azadiyê ye!
KON-MED bi hevpar û nûnerên sazî û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê daxuyaniyek hevpar dan û banga tevlîbûna aktîf a li pêngava ‘dema azadiyê ye’ kirin. -
Li Strasbûrg û Brûkselê çalakiyên ‘dem dema azadiyê ye’
Li Strasbûrg û Brûkselê 22’emîn salvegera 9’ê Cotmehê komploya navneteweyî bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Li metroya Helsinkiyê panoyên ‘Azadî ji bo Ocalan’ vekirin
Li metroyên paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, li panoyên reklaman ên dijîtal de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate kirin. -
Siyasetmedarên Swêdî: Dema wê ye ku em li dijî Erdogan tevbigerin
Sekreterê Navneteî yê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Johan Hassel û parlamenter Serkan Kose duh ji kovara Arena re daxuyqniyeke hevpar dan û xwestin ku Yekîtiya Ewropayê li dijî operasyonên li ser HDP'ê helwesteke xurt diyar bike. -
Li Aaraûyê komploya navnetewî hate protestokirin
Bi wesîleya salvegera komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn, di çarçoveya pêngava “Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dem Dema Azadiyê ye” de, li Aaraûya Swîsreyê mitîngek hate lidarxistin. -
Meşvanên li dijî tecrîdê gihiştin Marco Polo yê
Ciwanên Kurd ên li Yewnanistanê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin, di roja 2’an de gihiştin bajarokê Marco Polo yê. -
Ciwan li Ewropayê çalakiyên ‘Dem dema azadiyê ye’ kirin
Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li Ewropayê bi dirûşma ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; Bi hev re serhildan’ çalakî kirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî li Stûttgartê protesto kirin
Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî ya li ser ESP, SGDF û ETHA’yê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Li Îskoçyayê meşa dirêj a 3 rojan destpê kir
Li bajarê Îskoçya li dijî operayonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a 3 rojan wê dom bike, wê li pêşiya parlementoya Skoçyayê bi dawî bibe. -
Komploya navneteweyî li Lavrîoyê hate şermezarkirin
Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. -
Şehîd li Parîsê hatin bibîranîn
Li bonliyoya Vîlleneûve ya Parîsê gerîlayên HPG û YJA Starê yên di şer û êrîşa operasyona ku 5’ê Îlona 2020’ê li devera Şêx Cûma ya Bedlîsê de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn. -
NAV-YÊK'ê encamnameya kongreya xwe ya 3’emîn eşkere kir
Kongreya asayî a NAV-YÊK'ê (Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdî) ya 3’emîn di 3'yê Cotmeha 2020'an de, li bajarê Elmanya Bremenê bi dirûşmeya "Bi rihê Mam Zekî sazî û rêxistinên xwe xurt bike, Êzîdxana azad ava bike" bi tevlîbûna 180 delegeyî pêk hat. -
Li Bernê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Di şexsê Mazlûm Tekdag (Mazlûm Jiyanda) yê ku di êrîşa balefirên Tirk de di 1’ê Cotmeha 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. -
Li Saratovê xwedî li pêngava KCK’ê hate derketin
Li bajarê Rûsyayê Saratovê bi çalakiyekê xwedî li pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” derketin. -
Polîsên Elman: Koliya ku li HBF’a Kolnê hatî dîtin ne teqemenî bû
Şeva Înê li Kolna Elmanyayê, polîsên ku di derbarê koliya ku di bin trenekê de hatî ditin, daxuyanî da û got “Ti teqemenî tê de nîne.” -
Li Aûrîchê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Aûrîchê yê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. -
Li Swêdê çalakiya azadî ji bo Ocalan
Kurdistanî û dostên wan ên li Stockholma Swêdê dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. -
Polîsan li Kolnê di binê trênê de bombe dît
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê di binê trênekê de pakêteke bi bombe hate dîtin. -
KCDK-E ji bo Bavê Şêx peyama sersaxiyê da
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê peyama sersaxiyê ji bo Bavê Şêx da û got: “Şexsekî tevahî jiyana xwe ji bo civaka Êzidî xizmetên mezin kir.” -
Socdem Asîa: Em li gel HDP’ê ne
Endamê Îtifaqa Pêşverû Socdem Asîa, nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê tê kirin da û got: “Em bi HDP’ê û muxalefeta demokratîk re di nava piştevaniyê de ne.” -
Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê: HDP’yiyan berdin
Çavdêrên Tirkiyeyê yên Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê diyar kir ku endamên HDP’ê yên ku hatine destgîrkirin divê werin berdan.