Li Saratovê xwedî li pêngava KCK’ê hate derketin

Li bajarê Rûsyayê Saratovê bi çalakiyekê xwedî li pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” derketin.

Kurdên ku li gundê Yujnî yê navçeya Yerşova girêdayî Saratova Rûsyayê dijîn, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Çalakgeran êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û li çendîn cihên cîhanê şermezar kirin.

Endamê Meclîsa Gel a Yerşovê ku li ser navê niştecihên gund Şex Hadî, Mele Ramazan Yusubov û endamê Komîteya Çandê Ahmed Bakî axivîn û diyar kirin ku konsepta îmha û înkarê ya dewleta Tirk a faşîst di van sed salên dawî de pêk tîne, bê rawestan dom dike.

Çalakgeran diyar kirin ku gelê Kurd bê navber li dijî van konseptan têdikoşe û bal hate kişandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn, armanca wan di kesayeta Ocalan de dixwazin gelê Kurd teslîm bigirin.

Çalakgeran destpêkê ji Rûsya, DYE û welatên Rojavayî xwestin ku li dijî polîtîkayên dagirkerî û belavkirinê yên dewleta Tirk bêdengiya xwe bişkênin û pêwîst e helwesta xwe li beramberî wê nîşan bidin.