Li Swêdê çalakiya azadî ji bo Ocalan

Kurdistanî û dostên wan ên li Stockholma Swêdê dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li teror, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ li pêşiya parlementoyê li Qada Mynttorgtê saet di 15.00’an de çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakgeran flamanên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dovîzên ji bo azadbûna Ocalan hildan.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran xwestiye pêvajoya aştiyê bide destpêkirin û got “Heke dewleta Tirk aştî bixwesta tu tişt ji azadbûna Ocalan ne baştir bûya. Azadbûna Ocalan daxwaza bi milyonan Kurdan e ji ber ku ji bo pêkanîna aştiyê serbestberdana wî gaveke pêşîn e.”