EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Mûstefa Çelîk 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birîn
Li aktivîstê Kurd Mûstefa Çelîk ê di meha Çileyê de li Bremenê hatibû girtin, 2 sal û 7 meh ceza lê birîn. -
Yekîtiya Ewropa di mijara Tirkiyeyê de li konsensusekê digere
Nûnerên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê wê îro li hev bicivin. Civîna bilind wê du rojan bidome, ku mijara sereke rewşa Tirkiyeyê ye. Endamên Yekîtiya Ewropayê dike nake têkildarî Tirkiyeyê li ser polîtîkayeke hevpar li hev nakin. -
Li Swêdê ji Demokratên Xiristiyan helwesta li dijî dewleta Tirk
Li Swêdê Demokratên Xirisitiyan xwestin ku Tirkiye ya ku demokrasiyê binpê dike li parlamentoyê were nîqaşkirin û parlamento li dijî binpêkirinan ji bo helwestê diyar bike peywirê bide hikûmetê. -
Ciwanan li Viyanayê tecrîd protesto kirin
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê TEKO-JIN û TCŞ’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danî. -
Ciwanên Kurd li Parîsê tecrîd protesto kirin
Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên TCŞ’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û bi daxwaza azadiya wî çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. -
Îskoçya û Ewûsturalyayê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan
Berdevka Karên Derve yê Partiya Keskan a Ewûsturalyayê Ewa Ernst-Dzîedzîc û Berdevkê Karên Derve yê Partiya Keskan ê Îskoçyayê Ross Greer bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê dan. -
Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê çalakî kirin
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlya ya Fransayê, bi dirûşmeya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” bi keştiyek a turan çalakiyek bêîtatiya sivîl lidar xistin. -
Çalakiyên xwedîderketina li HDP’ê didomin
Li bajarê Ûlm a Elmanyayê bi çalakiyekê êrîşên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama ‘Heta dawî piştevaniya HDP’ê dikin, HDP gel e.’ hate dayîn. -
Kurdistaniyan li Atînayê bi meşekê piştgirî dan pêngava KCK’ê
Bi sedan kesên li Atînayê ber bi Sefaretxaneya Tirkiyê ve meşiyan û pêngava KCK’ê dayî destpêkirin ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” silav kirin. -
Omer Kral hate veşartin
Ji milîtanên THKO’yê Omer Kral ê 22’yê Îlonê li Wnterthûr a Swîsreyê jiyana xwe ji dest dabû, li Rozenberg a Wînterhûrê hate veşartin. -
Êrîşa li dijî HDP’ê di rojeva Parlementoya Swêdê de ye
Parlementerê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîka Ji Derve Hakan Svennelîg êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê xiste rojeva parlementoyê. -
Bi asta cîhanê desteka ji bo pêngava KCK'ê
Ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Bicihanîna Azadiyê ye’ li ber Meclîsa Federal a Elmanya daxuyaniyek hate dayîn û ji gelek welatan mirovan peyam dan. Di peyaman de gotin: ‘Divê Ocalan azad bibe’ -
Di çarçoveya pêngavê de bi serokê 4 şaredariyan re civiyan
Li Îtalyayê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ bi serokên 4 şaredariyên ku hemwelatîbûna rûmetê dabûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyan. -
Gûstafsson: Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan
Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re û Însiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî û Azadî ya li Swêdê xebatan dike, girtinên dewleta Tirk a li ser HDP’ê şermezar kir û daxwaza berdana girtiyên siyasî kir. -
Îldem û Çakil li Londonê hatin bibîranîn
Li Londonê şehîdên TKP/ML’ê Erol Volkan Îldem û Fadîme Çakil hatin bibîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser şerê gel û têkoşîna yekbûyî. -
Leyla Agirî û Dozdar Hamo li Parîsê hatin bîranîn
Li Parîsa paytexta Fransayê bi çalakiyekê endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) û Fermandarê pêşeng ên PKK’ê Dozdar Hamo (Abdulrahman Hamo) hatin bîranîn. -
Rustem Cudî û Umît Acar li Nurnbergê hatin bîranîn
Umîd Acarê ku berî du salan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto bike bedena xwe dayî ber agir û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cudî li Nurnbergê hatin bîranîn. -
Gerîlayê HPG’ê Nîdal Dêrsim li Darmstadtê hate bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Nîdal Dêrsim (Ahmet Akman) ku 13’ê Îlonê di dema operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk de, li Gevera Colemêrgê şehîd bûbû, li Darmstadta Elmanyayê hate bîranîn. -
Li Kibrisê salvegera avabûna PYD’ê hate pîrozkirin
Li bajarê Lîmassolê yê Kibrisê salvegera avabûna PYD’ê hate pîrozkirin. -
Kurd û dostên wan li dehan bajarên Ewropayê li qadan bû
Kurdistaniyên ku li Ewropayê, operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê protesto kirin û xwedî li pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” derketin. -
Gerîlayên HPG’ê Yîgît û Ekîncî li Gîessenê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê Îzzet Yîgît (Firaz Amed) û Salih Ekîncî (Devran Devrîm) ên ku di 9’ê Hezîranê de li navçeya Aricakê ya Xarpêtê şehîd bûbûn li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê hatin bibîranîn. -
Li Swêdê xwedî li HDP’ê hate derketin
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê dijîn, ji bo operasyona itifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî HDP’ê protesto bikin çalakiyek lidar xistin. Di çarçoveya pêngava “Dema pêk anîna azadiyê ye” de, li Karlstadtê çalakiyek lidar xistin. -
Li Elmanyayê Kurd li qadan e
Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan, operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê lidar xistî protesto kirin û Pêngava KCK’ê ya “Bes ê ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” silav kirin. -
Li Fransayê gelê Kurd ji bo HDP û Ocalan daketin qadan
Li gelek bajarên Fransayê pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ hate silavkirin û operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin. -
Êrîşên qirkirina siyasî li Swîsreyê hatin protestokirin
Êrîşên qirkina siyasî yên ku AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê lidarxistî, li gelek bajarên Swîsreyê hate protestokirin.