Polîsên Elman: Koliya ku li HBF’a Kolnê hatî dîtin ne teqemenî bû

Şeva Înê li Kolna Elmanyayê, polîsên ku di derbarê koliya ku di bin trenekê de hatî ditin, daxuyanî da û got “Ti teqemenî tê de nîne.”

Çavkaniyên polîsên Elman diyar kirin, ku bi ti şêweyî koliya bi guman ya ku di bin tirêna li Kolnê hatî dîtin de, tu metirsiya wê nîne.

Hate diyarkirin ku di nava koliyê te bi ti şêweyî teqemenî nîne.

Bi daxuyaniyekê rayedaran diyar kirin ku di koliyê de podraya reş û bizmar hebûn û ji aliyê erkdarekê ve hatiye dîtin.

Rojnameya Bîld jî nivîsandibû ku kolî bi guman e û bombeyeke wisa ye ku bi destan hatiye çêkirin.