EWROPA
Hemû Nûçe
-
Meşa Dirêj a li başûrê Fransayê di roja duyemîn de ye
Meşa Dirêj a 3 rojan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li başûrê Fransayê hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de bi coş didome. -
Meşvanan polîsên Elman protesto kirin
Polîsên Elman êrîş birin ser meşa dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo ji Heilbronn heta Strasbourg destpê kirî. Di êrîşê de gelek ciwan birîndar bûn. Li bajarê Freiburg ev êrîş hate protestokirin. -
CÎK’ê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku berê xwe bidin Strasbourgê
Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) ji bo mîtîng û meşa mezin a ku wê di salvegera 26’an a komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Kurdistaniyên li Swîsreyê wê ber bi Strasbourgê ve biherikin
Tê payin ku ji Swîsreyê tevlîbûneke xurt li meşa li Strasbourgê bê kirin ku wê 15'ê Sibatê di salvegera komploya navneteweyî de bê lidarxistin. -
Platforma Gelên Ewropayê li Viyanayê li hev civiya
Platforma Gelên Ewropayê li kampusa Zanîngeha Viyanayê li hev civiya. Çalakiya ku wê sê rojan dewam bike, bi navê 'Em ji nû ve bibin xwedî înîsiyatîf' tê lidarxistin. -
FED-GEL dewleta Elmayayê şermezar kir, meşa li Freibûrgê betal kir
Federasyona Gelê Kurdistanê a Bayern û Baden Wurttembergê (FED-GEL), destnîşan kir ku dewleta Elman dixwaze Kurdan û hêzên polîsan bîne beramberî hev û diyar kir ku ew meşa dihat plankirin li Freibûrgê bê lidarxistin, hat betal kir. -
Li Bordeauxê meşa dirêj
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, bi daxwaza azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re meşa dirêj hate destpêkirin. -
Parêzer Menzione: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne Tirkiyeyê!
Parêzer Ezio Menzione anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê wê aştî û çareseriyê bi xwe re nîne û got, "Divê dewlet ji dil nêzî pêvajoyê bibe. Heta ku Ocalan girtî be û bê bêdengkirin, wê rageşî jî zêde bibe." -
Komploya 15'ê Sibatê li Saratovê hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. -
PE’yê bang li Tirkiyeyê kir ku pergala qeyûmê rake
Parlamentoya Ewropayê di biryara xwe ya têkildarî Tirkiyeyê de diyar kir ku qeyûm êrîşekî eşkere ye ku herêmên Kurd hedef digre. PE’yê xwest pergala qeyûmê were rakirin û banga çareseriya pirsgirêka Kurd kir. -
Li Romayê banga tevlîbûna meşa 15’ê Sibatê hat kirin
Li Navenda Çandê ya Ex Snia ya li Romayê bi pêşengiya UIKI, Rete Kurdistan û Komeleya Çandê ya Ararat bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê çalakiyek hat lidarxistin. -
Polîsên Elman êrîşî ‘Meşa Azadiyê’ kirin
Li bajarê Lahrê polîsên Elman êrîşî “Meşa Azadiyê” kir. -
Rêwiyên Strasbourgê bi rayedarên Partiya Komunist re hevdîtin kirin
Şandeyek ya rêwiyên Meşa Dirêj li Strasbourgê bi nûnerên Partiya Komunist re hatin ba hev û der barê çalakiyê de agahî dan. Rayedarên Partiya Komunist diyar kirin ku ew ê di 15’ê Sibatê de li gel gelê Kurd bin. -
‘Azadkirina Rêber Apo erka me hemûyan e’
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê hevdîtina gel hate lidarxistin. Di hevdîtinê de banga tevlîbûna meş û mîtînga li Strasbourgê hate kirin û wiha hate gotin: “Azadkirina Rêber Apo erka me hemûyan e” -
Meşa Dirêj: 15’ê Sibatê berê xwe bidin Strasbourgê
Çalakvanên Meşa Dirêj gihîştin bajarê Strasbourgê û li wir çalakiyek li dar xistin. Parlamenterê PE’yê Emmanuel Fernantes jî di mitîngê de axivî ji bo tevlîbûna mitîng û meşa dîrokî ya Strasbourgê bang kir. -
‘Meşa Azadiyê’ di roja 4’an de gihişt Stuttgartê
Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destpê kir, di roja 4’an de gihişt bajarê Stuttgart ê Elmanyayê. -
Li Brukselê 100 hezar kes daketin qadan
Li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat ku bi deh hezaran kes tevlî bûn. -
Bîlançoya li Munchenê giran bû: 28 birîndar
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê wesayitekê da nava girseya gel û bi dehan kes birîndar kir. Rayedar qala îhtimala êrişê dikin. -
Li başûrê Fransayê Meşa Dirêj a sê rojan destpê kir
Li başûrê Fransayê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ çalakiya meşa 3 rojan li ber Şaredariya Martiguesê destpê kir. -
Komploya 15’ê Sibatê li Krasnodarê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li herêma Krasnodarê ya Rûsyaya Federal dijîn li hev civîn û komploya navneteweyî, ku di 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo pêk hat, şermezar kirin. -
Li Munîhê wesayîtek pêl girseya gel kir
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê wesayîtek pêl girseya gel kir. Di encamê de jinek mir û 15 kes jî birîndar bûn. -
Meşa Dirêj a li Fransayê di roja 24'an de ye
Meşa Dirêj a 26 rojan ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di 21'ê Çileyê de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, di roja 24'emîn de ye. -
KCDK-E: Em tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bibin!
KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku di serî de 15'ê Sibatê li Strasbourgê beşdarî çalakiyên li dijî komploya navneteweyî bibin. -
Ji bo Rêber Apo li Darmstadt û Mannheimê stand hat danîn
Li Darmstadt û Mannheimê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo stand hatin danîn. -
Meşa Dirêj di roja 23’an de li Saint Avoldê ye
Meşa Dirêj di roja 23’an de li Saint Avold dewam kir. Armanca çalakvanan ew e ku tevlî meş û mitînga ku wê li Strasbourgê bê lidarxistin, bibin.