EWROPA
Hemû Nûçe
-
TJK-E: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
TJK-E’yê bang li her kesî kir ku bi xurtî beşdarî çalakiyên protestoyî yên li dijî Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê bibin û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. -
Li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin. -
Biryarên darverkirinê yên li Îranê hatin protestokirin
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê li ser jinên Kurd hatin protestokirin. -
'Em banga li gelê Kurd û dostan dikin ku tevlî meşa 11'ê Çileyê bibin'
Ji TJK-F'ê Done Guzel û endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan ji bo meşa 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Xwedîderketina li şehîdan berpirsyariya me ye." -
KCDK-E'yê ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê ji bo çalakiya şermezarkirinê ya 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'Kujer diyar e' Fransa çima bêdeng e?' li Gare du Nord a Parîsê bê lidarxistin. -
Cenazeyê endamê KNK'ê Yildirim li Wiesbadenê hat birêkirin
Cenazeyê endamê KNK’ê Hasan Huseyîn Yildirim ji aliyê hevserokên KCDK-E û FCDK KAWA û hezkiriyên wî ve hat birêkirin. -
Jinan ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin: Komkujiyan ronî bikin
Jinên Kurd ên li banliyoyên Evry û Drancy yên Parisê ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re hezar name şandin û xwestin komkujiyên Parisê bên ronîkirin. -
Çalakgerên Nobeta Azadiyê: Li dora Rêber Apo bicivin
Endamên PYD’ê di hefteya 655’an de Nobeta Azadiyê dewr girtin û destnîşankirin ku Rêber Apo pêvajoyeke daye destpêkirin û banga xurtkirina xebatan hat kirin. -
KON-MED’ê bang li her kesî kir ku di 11’ê Çileyê de dakevin qadan
KON-MED’ê bi boneya komkujiyên Parisê daxuyaniyek nivîskî da û bang her kesî kir ku di 11’ê Çileyê de dakevin qadan. -
Şehîdên Parîsê li Bremenê hatin bibîranîn
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di salên 2013 û 2022’an de li Parîsê şehîd bûn, çalakî hate lidarxistin. -
Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn: Têkoşîna wan wê bi ser bikeve
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê hatin qetilkirin li Stockholmê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de peyama wê têkoşîna şehîdan bi ser bikeve hat dayîn. -
Macron: Em ê dilsozê şervanên azadiyê yên Kurdan bin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron Kurd bi gotina 'şervanên azadiyê' pênase kir û diyar kir ku wê dilsozê wan bin. -
Macron: Îran pirsgirêka bingehîn a stratejîk û ewlekariyê ya li Rojhilata Navîn e
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Îran li Rojhilata Navîn 'Pirsgirêka bingehîn a ewlekarî û stratejîk e' û anî ziman, di diyaloga bi rêveberiya nû ya DYE'yê de mijara sereke ya ku ew giraniyê bidin ser, wê ev yek be. -
Komxebata Têkoşîna li Dijî Zayendperestiya Civakî hat lidarxistin
Li Elmanyayê komxebata Têkoşîna li dijî Zayndperestiya Civakî hat lidar xistin. -
Li Parîsê ji bo meşa 'Heqîqet û Edaletê' banga tevlîbûnê hat kirin
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ji bo salvegera qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd banga tevlîbûna meşê kir û her wiha bang li rayedarên Fransayê kir ku sira dewletê ya ku li pêşiya edaletê asteng e bê rakirin. -
CDK-F'ê ji bo çalakiya 11'ê Çileyê ya li Parîsê bang kir
Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat ji bo hesabpirsîna ji komkujiyên Parîsê, parastina Rojava, xurtkirina destê Rêber Apo bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin. -
Ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re nameyên komkujiyên Parisê hatin şandin
Jinên Kurd ên li Reimsê dijîn, ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin û xwestin berpirsyarên komkujiyên Parisê bên eşkerekirin û darizandin. -
Şehîdên Parisê û şehîdê Tişrînê Brûsk Dêrik li Hildesheimê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê û şehîdê Berxwedana Tişrînê Brûsk Dêrik li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hatin bibîranîn. -
Şehîdên Parisê li Reimsê hatin bibîranîn
Şehîdên Parisê bi merasîmekê li Reimsê hatin bibîranîn. Di bîranînê de banga tevlîbûna mîtîng û meşa 11'ê Çileyê ya ji bo bîranîna şehîdên Parisê bê lidarxistin, hat kirin. -
Li Hamburgê bîranîna şehîdan: Guleya berdan wê bera hemû jinan dan
Di bîranîna li Hamburgê de têkoşîna Sakîne Cansiz hat vegotin, “Em her tim heyranê berxwedana wê bûn. Guleya berdan wê bera hemû jinan dan.” Her wiha banga beşdarbûna meşa Parîsê hat kirin. -
Şehîdên Parîsê li Drancyê hatin bibîranîn
Ji bo şehîdên Parîsê li banliyoya Drancyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînêp de bal kişandin ser girîngiya meşa ku di 11'ê Çileyê de li Gare du Norda Parîsê bê lidarxistin û hate gotin ku divê her kes ji bo meşê bixebite. -
Li Kolnê ji bo Cafer Engîzek merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Ji bo yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cafer Engîzek ê di 14’ê Adara 2024’an de li Rojava şehîd bû û ji aliyê Komîteya Hevgirtina Bi Malbatên Şehîdan Re ya PKK’ê ve şehadeta wî hat ragihandin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê merasîmek sersaxiyê -
Şehîdên Parîsê li gelek bajaran hatin bibîranîn
Kurdistanî li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê û li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û kesên di komkujiyên 2013 û 2022'an de şehîd bûne bi bîr anîn. -
Li Osloyê çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava
Li paytexta Norwêc Osloyê, ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakiyek hate lidarxistin û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Komkujiya Parîsê di salvegera 12'emîn de ye: Fransa çi vedişêre?
Di ser Komkujiya Parîsê de 12 sal derbas bûn, ku yek jê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz 3 şoreşgerên Kurd hatin qetilkirin. Lê belê hîn jî edalet bi cih nehatiye anîn. Dosya lêpirsînê li 'sira dewletê' aliqî ye.