EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji qada navneteweyî banga ji bo azadiya Rêber Apo li Konseya Ewropayê
Akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine ji bo azadiya Rêber Apo bang li Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel kirin. -
Ilias Panchard: Divê êdî Ewropa helwesteke şênber nîşan bide û Rojava biparêze
Ilias Panchard: Rojava ku di nava şert û mercên giran de ava bû hem ji bo herêmê hem ji bo paşerojê modelek e. Ewropa bi taybetî jî Swîsre ji bo parastina vê modelê divê bikevin nava liv û tevgerê. -
Li Elmanyayê çalakiyên protestoyî: Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime!
Li bajarên Dortmund û Darmstadt ên Elmanyayê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û peyama, “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime” hate dayîn. -
Ji bo azadiya Rêber Apo wê li 26 bajaran meş werin lidarxistin
Ji bo azadiya Rêber Apo wê li 26 bajaran Meşên Dirêj werin lidarxistin ku wê li Strasbourgê bi dawî bibin. -
Dewleta Tirk a qirker li Stuttgartê hat protestokirin
Êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Stuttgartê bi çalakiyekê hat protestokirin. -
Li Lozanê ji bo piştevaniya Rojava bazar hat danîn
Ji bo piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandor bûne, li Lozanê bazar hat danîn. Dahata bazarê wê radestî saziya Heyva Sor a Kurdistanê were kirin. -
TEV ÇAND Ewropa: Em ê bi hestên Bavê Teyar Rojava biparêzin
TEV ÇAND Ewropa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe careke din jî îspat dike ku hîn pir ji aştiyê dûr e û got, “Em ê bi hestên şehîd Cuma Xelîl ango Bavê Teyar Rojava biparêzin.” -
Li Lahrê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
Li bajarê Lahrê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji tarîtiya DAIŞ'ê hat azadkirin bi coş hat pîrozkirin. -
Rojnamevanên hatin qetilkirin li Neu-Ulmê hatin bibîranîn
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, li bajarê Neu-Ulm ê Elmanyayê hatin bibîranîn. -
Li Torinoyê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin
Li Torinoyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava çalakiya deng derxistinê hat lidarxistin. -
Ji ciwanan rojên xwendina 'Fêhmkirina Rêbertî'
Li eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, ji bo fêhmkirina fikrên Rêber Apo ciwanan rojên xwendina 'Fêhmkirina Rêber Apo' dan destpêkirin. -
Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn
Bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), tevayî partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li navenda KNK'ê li paytexta Belçîka Brukselê hatin gel hev. -
Rûgeş Zinar û Cîger Çarçela li Reims’ê hatin bîranîn
Gerîlayên şehîd ên HPG’ê Rûgeş Zinar û Cîger Çarçela li bajarê Reims ê Fransayê hatin bîranîn. -
Li Darmstadtê ji bo kampanyaya Medico International çalakî hat lidarxistin
Li Darmstadtê ji bo piştgiriya kampanyaya Medico International a bi armanca ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelên tavê yên enerjiyê bên kirîn hatiye destpêkirin, çalakî hat lidarxistin. -
Li gelek bajarên Ewropayê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê daketin qadan, xwestin sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike ji aliyê dadgehên navneteweyî ve werin lêkolînkirin, êrîş werin sekinandin û statûya xweseriya herêmê were naskirin. -
Li Hildesheimê ji bo şehîdê Tişrînê merasîma sersaxî û bîranînê hate lidarxistin
Ji bo şervanê QSD’ê Ahmed Silêman ku di berxwedana Tişrînê de şehîd bû, li bajarê Hildesheimê merasîma sersaxî û bîranînê hate lidarxistin. -
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê li Duisburgê hat şermezarkirin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê li bajarê Duisburgê hat şermezarkirin. -
Li Bellinzonayê êrîşên li ser Tişrînê hatin protestokirin
Li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çalakgerên parastina Bendava Tişrînê hatin protestokirin. -
Li Parîsê li dijî êrîşên dagirkeriyê meş hat lidarxistin
Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk meş hat lidarxistin. -
Li Draguignanê çalakiya ‘Rojava biparêze’
Kurdistanî û dostên wan li Draguignanê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
Dewleta Tirk li Stuttgartê hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wî yên şer bi çalakiyekê li Stuttgartê hat protestokirin. -
CÎK'ê alîkariya ji bo Rojava kom kir, radestî Heyva Sor kir
CÎK'ê alîkariya ku li Elmanyayê ji bo Rojava kom kir, radestî Heyva Sor kir. -
Scholz: Elon Musk gefê li demokrasiya li Ewropayê dixwe
Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz milyarderê Emerîkî Elon Musk sûcdar kir ku bi piştgiriya bi rastgiriya tund gefê li demokrasiya li Ewropayê dixwe. -
Kurdên li Cenevreyê çalakî kirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Kurdan li dijî êrîşên li ser sivîlan ên li Bendava Tişrînê çalakî kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Strasbourgê hatin protestokirin
Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê li Strasbourgê hatin protestokirin.