EWROPA
Hemû Nûçe
-
'NY’ê bêdeng e, Tirkiye êrîş dike: Li Rojava sûcên şer hene
Parêzer Menzione, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li hemberî gelê sivîl ê li Rojava re Peymanên Cenevreyê binpê kiriye û got, "Bi hedefgirtina sivîlan û cih û warên sivîlan re sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin." -
Peyama 15'ê Sibatê: Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin
Nîlufer Koç anî ziman ku dem hatiye Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad bibe û got, peyama çalakiya 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê wê bi vî rengî be, "Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin". -
Li Kolnê çalakiya “Bila Ecevît Pîroglû serbest bê berdan“ hat lidarxistin
Ecevît Pîroglû yê ku demek dirêj bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê li girtîgeha Sirbîstanê hate ragirtin, li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji aliyê Interpolê ve careke din hate girtin. Li bajarê Koln ê Elmanyayê girtina wî hate protestokirin. -
Biryarên darvekirinê yên Îranê li Bernê hate protesto kirin
Biryarên darvekirinê yên Îranê li ser aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Bernê hate protestokirin. -
Şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk li gel delîlan tên darizandin
Roja yekem a Dadgeha Gel a Rojava bi dawî bû ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên şer tê darizanindin. Delîlên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ji dadger re hatin pêşkêşkirin û dadgeh wê sibehî dewam bike. -
Meşa dirêj li bajarê Creilê ye: Tevlî mîtînga Strasbourgê bibin
Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo di roja xwe ya 16'emîn de li bajarê Creilê ya Fransayê didome. Di meşê de bangawaziya mîtînga Strasbourgê ya 15'ê Sibatê hate kirin. -
Çalakvanên Cenevreyê banga tevlîbûna meşa Strasbourgê kirin
Di çalakiya li pêşiya NY’yê de ji fedayiyên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin Viyan Soran hat bibîranîn û banga tevlîbûna meşa ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin hat kirin. -
Meşa Dirêj a li Fransayê bi danûstandinên dîplomatîk dewam dike
Meşa Dirêj a 26 rojan ku bi daxwaza azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re 21'ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, di roja 16'emîn de li bajarê Creilê bi danûstandinên dîplomatîk dewam kir. -
Dadgeha Gelan a Rojava: Dixwazin Kurdîtiyê ji Efrînê bibin
Li Dadgeha Gelan a Rojava ku têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, sûcên li Til Rifet û Efrînê hatin nirxandin. -
Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Zurîchê ye
Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo çend serlêdanan li bajarê Swîsreyê Zurîchê ye. -
Dewleta Tirk tê darizandin: Dadgeha Gelan a Rojava destpê kir
Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê tê darizandin, li paytexta Belçîka Brukselê destpê kir. -
Hikumeta Fransayê: Kurd wê 13'ê Sibatê tevlî konferansa li Parîsê bibin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku Fransa wê Kurdên Rojava neterikîne û ji bo Kurdan got 'Hevalbendên me yê bingehîn'. Barrot piştrast kir ku Kurd wê tevlî konferansa 13'ê Sibatê ya li Parîsê bibin. -
Ji ciwanên li Frankfurtê banga ji bo Meşa Dirêj
Ciwanên li Frankfurtê dimînin ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' di 10'ê Sibatê de ji bajarê Heilbronnê destpê bike. -
Meşa Dirêj dewam dike: Di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê li hev bicivin
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo hatiye despêkirin, li herêma Villiers Le Bel dewam kir. Di meşê de banga tevlîbûna mitînga mezin a di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin, hat kirin. -
FED-GEL'ê bertek nîşanî krîmînalîzekirina Kurda da: Pêwîstiya Elmanyayê bi aştiyê heye
FED-GEL'ê bertek nîşanî lêgerîna Mala Gel a Medyayê ya Nurnbergê da û girtina Hevseroka DTM’ê Makbûle Kartal şermezar kir û got, “Demildest dawî li biryarên siyasî û qedexeyên siyasî yên ku zirarê didin gelê Kurd, bînin.” -
Zubeyde Zumrut: Divê em sed hezaran bibin Strasbourgê
Hevserokê KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di civîna gel a li banliyoya Villiers Le Belê de axivî û got, “Beşdarbûna gel li çalakiya Strasbourgê jiyanî ye. Nebêjin ma yek kêm wê çi bibe? Divê em bi sed hezaran bibin Strasbourgê.” -
Xebatên maşvanên Meşa Dirêj berdewam dikin
Meşa Dirêj a ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye destpêkirin, di roja 14’an de berdewam dike. Meşvan çûn serdana Komeleya Çandê ya Sarcelles a Ermenî, hin siyasetmedarên Drancyê û esnafan. -
Belçîkayê berê xwe da rastgiriyê: Alîgirê serxwebûna Flamanan bû serokwezîr
Li Belçîkayê yekemcar kesekî alîgirê serxwebûna Flamanan bû serokwezîr. Bart De Weven hêza pênc partiyên rastgir kir yek. -
Li Berlînê bi deh hezaran kes li dijî rastgiriya tund meşiyan
Li Berlînê roja Yekşemê bi deh hezaran kes daketin qadan û li dijî nêzîkbûna lîderê CDU Friedrich Merz a ber bi partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) a rastgiriya tund, banga berxwedanê kirin. -
Rewşa siyasî û çalakiyên 15'ê Sibatê li Saarbruckenê bi civînekê hatin nirxandin
Rewşa dawî ya siyasî û çalakiyên 15'ê Sibatê li bajarê Saarbruckenê bi civîneke gel hate nirxandin û ji bo çalakiya li Strasbourgê ya li dijî komploya navneteweyî banga tevlîbûnê hate kirin. -
Li Parîsê hevdîtina gel: Dema xwe gihandina rastiya gelê birêxistinkirî ye
Parlementerê DEM Partiyê Cengîz Çîçek tevlî hevdîtina li banliyoya Drancy a paytext Parîsê bû û wiha got, “Dem hatiye ku têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û pêngavê bikin. Ger em bi vê hişmendiiyê tevbiherin em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bigihin azad -
Li Toulonê li dijî dagirkerî û komployê meşek bi heybet hate lidarxistin
Li bajarê Toulon ê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SSMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo azadiya Rêber Apo meşek bi heybet hate lidarxistin. -
Şehîdên azadiya Kurdistanê li Grazê hatin bibîranîn
Ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê li Graz merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de peyama “Heta armanca şehîdan bi cih bînin em ê têbikoşin û bi xwedîderketina Şoreşa Rojava em ê destê Rêber Apo xurt bikin” dan. -
Di civînên gel de banga beşdarbûna meşa Strasbourgê hate kirin
Di civînên gel ên li Stuttgart û Nurnbergê hatin lidarxistin de banga beşdarbûna meşa ji bo azadiya Rêber Apo di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin kirin. -
Li Heilbronnê stand hat danîn: Li Rojava berxwedaneke mezin heye
Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê ji aliyê DKTM’ê û saziya Malbatên Aştiyê ya Elman ve stand hat danîn. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê li Bendava Tişrînê nobetê digrin, hat protestokirin.