BI DÎMEN

Li Bordeauxê meşa dirêj

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, bi daxwaza azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re meşa dirêj hate destpêkirin.

Rojek beriya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li bajarê Bordeaux ê Fransayê meşeke dirêj destpê kir.

Meşa ku ji Libourne ya ser bi Bordeauxê destpê kir wê bi 30 kîlometreyan dewam bike.

Di çalakiyê de ku dirûşma 'Bijî Serok Apo' tim û tim tê qîrîn, hêzên komploger têne şermezarikrin û daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin.