YJK-Dusseldorf li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiyek protestoyî lidarxist
Kudistanî li Dusseldorfê hatin cem hev, stanta agahdarkirinê vekirin û bi daxwaza ku OPCW bikeve tevgerê îmze komkirin.
Kudistanî li Dusseldorfê hatin cem hev, stanta agahdarkirinê vekirin û bi daxwaza ku OPCW bikeve tevgerê îmze komkirin.
Kudistaniyê li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê dijîn bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd (YJK) li ber Haûptbahnhofê hatin gel hev û dewleta Tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li ser Kurdistanê şermezar kirin.
Li wir Kurdistaniyan ji bo agadarkirinê stantek vekirin, her wiha bi daxwaza ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bikeve tevgerê îmze komkirin ku bişînin.
Di çalakiyê de belavokên ku bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê rejîma faşîst a Tirk teşhîr dike hatin belavkirin. Çalakî piştre bi berzkirina dirûşmeyên “Erdoganê kîmyewî”, “Kujer Erdogan” û “Kujerê jin-zarok Erdogan” bi dawî bû.