‘Xeta berxwedana Bêrîtanê rêya me ronî dike’

Di şexsê Bêrîtanê de şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn û hate gotin “Em ê xeta berxwedana Bêrîtanê ji xwe re bikin esas û xwedî li têkoşîna gerîlayan derkevin.”

Li navçeya Gerlafîngen a kantona Solothûrn a Swîsreyê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê hate lidarxistin.

Li eywana bîranînê posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alaya PKK’ê hate daliqandin. Di heman demê de posterên şehîdên meha Cotmehê jî li eywanê hate daliqandin.

Nûnerên KOMAW’ê Tahsîn Farqînî û Saadet Kûran di şexsê şehîdên meha Cotmehê de şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anîn.

Nûnera YJK-S’ê Selma Surer ji ser têkoşîna jinên Kurd qala girîngiya şehîdên meha Cotmehê kir û got “Em ê xwedî li alaya berxwedana ya şehîdên xwe derkevin. Em ê jinên Kurd, gelê Kurd û Kurdistanê azad bikin.”

Endama TJK-E’yê Zozan Serhat jî Bêrîtana ku li hemberî îxanetê bedena xwe kiribû çeper bi bîr anî û got “Îro peyrewên Bêrîtanê ji bo Rêbertî û Kurdistana azad jiyana xwe didin vê rêyê, li Garê, Werxelê û Zapê alaya têkoşînê bilindtir dikin û berxwedana xwe didomînin. Heke em xwedî li berxwedana Bêrîtan, Zeynep, Ronahî, Mazlûm, Sînan, Arîn Mîrxan, Rûken û Meryeman derkevin em ê dawî li hesreta Rêbertiya azad û Kurdistana azad bînin.”

Serhat diyar kir îxaneta bi destê PDK’ê nayê qebûlkirin û got “Em ê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li her derê bi ruhê berxwedana Kobanê, xeta berxwedanê ya Bêrîtanan ji xwe re bikin esas û xwedî li têkoşîna gerîlayan derkevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdên meha Cotmehê hate nîşandan û bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.