Sylvie Jan: Kurd cîhana nû temsîl dikin
Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylive Jan destnîşan kir ku Kurd çareserî û cîhana nû temsîl dikin û got, ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.
Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya France-Kurdistan Sylive Jan destnîşan kir ku Kurd çareserî û cîhana nû temsîl dikin û got, ji bo aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.
Ji enternasyonalîstên ku 9'ê Mijdarê ji Atînayê bi rê ket û 12'ê Mijdarê gihîşte Napolî Sylvie Jan diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan bû.
'KURD ÇARESERIYÊ TEMSÎL DIKIN'
Jan got, "Ji bo min çima girîng e? Pêwîstiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, cîhanê û pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Bûye pêwîstiyeke lezgîn a global."
Sylvie Jan got, "Kurd di lêgerîna aştiyê de li Rojhilata Navîn çareseriyê, bersivê temsîl dikin."
'PIRSGIRÊKA KURD NÎNE, ÇARESERIYA KURD HEYE'
Jan tespîteke balkêş kir û got, "Timî gotina 'pirsgirêka Kurd' tê bikaranîn, lê belê ne pirsgirêka Kurd e, çareseriya Kurd heye. Kurd pirsgirêk nîne, Kurd bersiv e."
Jan anî ziman ku wê gelek caran serdana Tirkiye, Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê kiriye, her kesên ku lê rast hatine daxwaza 'aştiyê' kirine û got, "Aştî ji bo me çareseriya mayinde ye; divê daxwaza Kurdan a ji bo berdana nûnerê xwe bê bicihanîn. Divê Abdullah Ocalan bê berdan û pêvajoya danûstandinan bê destpêkirin."
'GELÊ KURD CÎHANA NÛ TEMSÎL DIKE'
Jan diyar kir ku çavkaniyeke taybet a hêviyê ye ku gelê Kurd pêşengiyê ji projeyeke demokratîk, ekolojîk û femînîst re dike û got, "Bi dîtina min gelê Kurd ji bo cîhana me ya nû temsîliyeta paşerojê dike."
Jan bi dewamî got, "Ji ber vê yekê divê piştevaniya bi gelê Kurd re bê xurtkirin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan bê azadkirin. Ev kilîd divê bê şikandin. Ev yek jî di destê welatiyên cîhanê de ye. Ez jî di nav de, lewma li vir im. Bi azadiya Ocalan re divê ev kilîd bê parçekirin û PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin. Ji bo vê divê hewl bê dayin.
Di vê serdemê de muxalîf weke terorîst têne pênasekirin. Dewlet naxwaze wan nas bike, wan mehkûm dike. Lê belê ev dîrok wê berevajîb ibe. Selahattîn Demîrtaş dibêje 'dewran wê veger'. Belê, nûnerên ku mohra 'terorîstiyê' li wan hatiye kirin, mîna Mandela wê li qada navneteweyî bibin ew kes ku ji bo wan li çepikan tê xistin.
Roleke me hemûyan heye. Di deryayê de em mîna dilopekê ne. Divê em vê rola xwe bi cih bînin. Ji bo paşeroja cîhanê, ji bo aştiyê divê em rola xwe pêk bînin. Ev yek paşeroja me hemûyan e."