Siyabend Serhed û Simko Agirî li Parîsê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê Siyabend Serhed û Simko Agirî ku di demên cuda de şehîd bûn, li Parîsê hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG'ê Siyabend Serhed û Simko Agirî ku di demên cuda de şehîd bûn, li Parîsê hatin bîranîn.
Gerîla Siyabend Serhed (Tanju Demir) û Simko Agirî (Mahsun Demir) ku demên cuda li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûn, li banliyoya Villeneuve ya paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Gel a Villeneuve hate lidarxistin.
Li qada bîranînê wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan dayika Şehîd Mahsun Demir Gulsim Demir û bavê wî Mehmet Hanifi Demir, bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê Nûpel Munzur û bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Welat Demir axivîn.
Welat Demir got, "Dibe ku Siyabend, Simko û şehîdên me ne bi me re ne, lê belê felsefe û îradeya wan li çar parçeyên Kurdistanê ne. Em li ku dibin bila bibin divê vê berxwedanê mezin bikin û bi ser bixînin.
Malbatên şehîdan piştre axivîn û gotin, "Simko û Siyabend ên di vê dozê de şehîd bûn ne yên destpêkê ne, wê nebin yên dawî."
Di civîna bîranînê de dîmenê Simko Agirî ku beriya şehîd bikeve ji ajansa me re axivî bû, hate weşandin.
'EM HÊZA XWE JI ŞEHÎDÊN XWE WERDIGIRIN'
Nûpel Munzur jî got, "Van hevalan dikarîbûn dibistana xwe biqedînin û bibin mamoste yan jî karmendekî din, lê belê neketin nava hesabên bi vî rengî û berê xwe dan çiyayan.
Eger ewqas hevalên me şehîd bûn û em îro dikarin bixivin, ji ber wê yekê ye ku em hêza xwe ji şehîdan werdigirin. Divê em xwedî li bedewî û bîranînên wan derkevin."
Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna herdu şehîdan bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.