Serekerkanê Hindistanê di qezaya helîkopterê de mir
Hate ragihandin helîkoptera Serekerkanê Hindistanê Bîpîn Rawat ketiye û Rawat mir.
Hate ragihandin helîkoptera Serekerkanê Hindistanê Bîpîn Rawat ketiye û Rawat mir.
Li gorî rayedarên Hindistanê helîkoptera leşkerî ya M-17V5 li welatê Tamîlê ketiye.
Bîpîn Rawat, hevjîna wî û 11 kes di helîkopterê de bûn.
Hêzên hewayî diyar kirin ku 13 kesên di helîkopterê de mirine.
General Rawat nêzî serokwezîr Narenra Modî bû û di sala 2019’an de bûbû serekerkanê Hindistanê.