Sendîkaya Fransiyan piştgirî dan Kurdan
Sendîkaya bi navê Solîdaîres a Fransiyan nerazîbûn nîşanî êrişa li ser çalakiya li Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin rêxistinên Kurdan.
Sendîkaya bi navê Solîdaîres a Fransiyan nerazîbûn nîşanî êrişa li ser çalakiya li Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin rêxistinên Kurdan.
Solîdaîres a ku di nav konfederasyona pênc sendîkayên welat de ye, di 2’ê Cotmehê de tevlî çalakiya li Strasboûrgê bû.
Polîsan êrişî çalakiyê kiribû. Solîdaîresê ji bo çalakiyê got “Ev pêkutiyeke hovane ye.”
Çalakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin û xwestibû bila hiqûqa navneteweyî bi cih were. Solîdaîresê got “Em li ser vexwendina rêxistinên Kurdan tevlî çalakiyê bûn. Walîtiyê jî hewl daye çalakgeran ji hev belav bike û qada mîtîngê cihê bike.”
Di daxuyaniya Solîdaîresê de ev tişt hate gotin “Çalakiya demokratîk a rêxistinên Kurdan ji aliyê walîtiyê hate qedexekirin. Ji ber vê jî çalakgeran biryar dan li qada Arnoldê kon vedin. Piştî çend saetan polîsan dora kampê girtin û êrişî çalakgeran kirin, kon hatin hilweşandin û çend kes hatin destgîrkirin.
Sendîkaya me Unîon Syndîcale Solîdaîres li hemberî vê êrişa hovane bi rêxistina gelê Kurd re ye. Dewleta Fransayê li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelan zext hilbijartiye. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”